
Peyama KCK´ê hate xwendin
Di konferansê de peyama Koma Civakên 0Kurdistanê (KCK) a ji bo konferansê hete xwendin. Di peyamê de konferansa 3. a Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê hate pîrozkirin. Di payamê de hate destnîşan kirin ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi berxwedana şehîdan hate bidestxistin û şehîdên şoreşa Rojava wekî sembola şehîdên azadî û fedekariyê hatin binavkirin. Di berdewama konferansê de beşek ji gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên derbarê Şehîd û Şehadetê de hatin xwedin. Piştre raporên xebatên saziyê yên sala 2013'an hate xwendin û nirxandin li ser hatin kirin. Di nirxandinan de li ser kêmasiyên xebatan hate sekinandin û hin rexne hatin kirin. Di konferansê de payama Partiyiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate xwendin. Di payamê de konferans li hemû malbatên şehîdan hate pîrozkirin.
Rêziknameya navxweyî ya Saziya Malbatên Şehîdan di konferansê de hate xwendin. Piştre endamên Saziyê pêşniyarên xwe kirin û li ser pêşniyaran dengdayîn hate kirin û di encamê de gelek biryarên girîng hatin girtin. Di dawiya civînê de hilbijartin hatin lidarxistin û komîteya rêveber a Saziya Malbatên Şehîdan ji 27 kesan hatin hilbijartin.
ANHA/KOBANÊ