Konferans bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre dîwana rêveberina konferansê ji 5 kesan hatin hilbijartin. Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Serokê Desteya Malbatê Şehîdan a Herêma Cezîrê Rêzan Gulo ve hate kirin. Gulo, got tiştên îro gelê kurd dijî bi ked û berxwedana Şehîdan û pêkhateyên rojava ji kurd, ereb û xiristyaniyan hatiye bidestxistin. Gulo, soza şopandina riya şehîdan da. Di berdewama konferansê de Serokê Desteya Parastina xweser a Herêma Cezîrê Ebdulkerîm Sarûxan axivî û da zanîn ku gelê kurd xwedî dîrokeke dirêj a berxwedanêye û îro li Rojava encamên wê berxwedanê diyar dibin. Liser navê TEV-DEM'ê jî Endamê Desteya Rêveber Şahoz Hesen axivî û rêveberiya xweseriya demokratîk li hemû malbatên Şehîdan û gelê kurd pîroz kir. Hesen, got ku em hêvî dikin ku rêveriyên bibe bingeha avakirina netewa demokratîk li hemû herêmê. Piştî axaftinan rapora salane ya Şaxê Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve nirxandin û nîqaş li ser hatin kirin. Her wiha di konferansê de rêziknameya Saziyê hate xwendin û mijarên wekî ''Sembol, armanc, mercên endametiyê, maf û erkê endam, rêbazên rêxistinî, meclîsa rêvber ên saziyê hatin nîqaş kirin. Li aliyê din jî di nîqaşan de erkê hevserokên saziyê û komîteyên girêdayî saziyê hatin vegotin û ji aliyê delegeyan ve hatin erêkirin. Di encama nîqaş û nirxandinên di konferansê de gelek biryarên girîng hatin dayîn. Di dawiya konferansê de Desteya Rêveber a Saziyê ya herêma Dêrikê ji 29 kesan hate hilbijartin. Di nava endamên desteya rêveber de 12 jin hene.
DÊRIK