
Konferans bi navê “Konferansa Berxwedana Kobanê ya YPG’ê” di navbera 23’ê Tebax û 1’ê îlona 2015’an de bi beşdariya 215 delegeyan hat lidarxistin. Encamnameya konferansê, doh di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin.
Di encamnameyê de hat ragihandin ku çepera YPG’ê bi beşdariya pêkhateyên nû bê berfirehkirin û cangoriyên ku li Bakurê Kurdistanê di dema serhildanên ji bo Kobanê de jiyanan xwe ji dest dane, wekî şehîdên Kobanê bê binavkirin.
Her wiha ji welatiyên Kobanê yên koçber bûne jî hate xwestin ku vegerin û xwedî li welatê xwe derkevin.
Encamnameya konferansê
Di encamnameya konferasê de ew xalan derket in pêş;
* Rojhilata Navîn di demekî kaotîk de derbas dibe. Her hêzên netewî, herêmî û kurewî dixwaze ji wê rewşa kaotîk ji xwe re sûdê wergire. Lema jî Şoreşa Rojava bûye îfadeya şoreş û berxwedana Rojhilata Navîn a Demokratîk, di heman demê de bûye îfadeya berxwedana gelên herêmê.
Serkeftina berxwedanê ya Kobanê, bûye bingeha têkneçûyîna şoreşa Rojava û kokgirtina wê. Di heman demê de ji bo pêşxistina Şoreşa Suriyeyek Demokratîk jî bûye pêngaveke girîng.
Berxwedana YPJ’ê
* Di berxwedana ku li hemberî êrîşên çeteyan bi armanca parastina gelên Rojava hatiye meşandin de, ji hêza fermandariyê beşek girîng fermandarên jin ên YPJ’ê bûn, di mewziyan de jî lehengiyên mezin hatine nîşandan. DAIŞ îfadeya zîhniyeta zilam a serdest a 5 hezar salan û çanda tecawizkar a ku vê zîhniyetê afirandiye, her wiha nasnameya wê ye. Di vê wateyê de dijminê jin û mirovahiyê ye. Têkoşîna mirovahî û azadiyê ku YPJ’ê li hemberî rêxistinek çeteyan a wiha barbar û hov daye meşandin, di asta herêmî û gerdûnî de heyranî û heyecanek mezin afirandiye. Berxwedan û pêngava şoreşgerî ya ku di kesayeta Destîna Qendîl, Jiyan Rojhilat, Hebun Dêrîk, Stêrk û Zehra Penaber de û bi pêşengiya YPJ’ê pêş ketiye, hevparî, piştevanî û pêşengiyek dîrokî ya jinê afirandiye.
Berfirehkirina eniya berxwedêr a yekpare
* Ji niha û pê de jî li hemberî faşîzmê, li ser esasê têkoşîna birêxistinkirî hîn zêdetirîn berfirehkirina eniya berxwedêr a yekpare û bi serkeftî dê bibe yek ji peywîrên me yên bingehîn. Bi taybetî hêzên me yên YPG/YPJ’ê bi hêza xwe ya cewherî û îradeya xwe, bi cesaret û biryardariyek mezin pêşketin nîşan dan. Di vê pêşketinê de hêzên koalîsyonê jî piştgirî daye û ji bo wan jî cuda spasî hatiye kirin.
Ji nû ve rêxistinkirin
* Konferansa me li hemberî neteweperestiya ku gelan, nasnameyan, bawerî û çandan perçe dike, li hemberî nîjadperestî û mezhebperestiyê girîngiya avakirina rêxistinkirin û tifaqên leşkerî, siyasî û dîplomatîk ên ku dê xizmeta pêşketina federasyona Suriyeyek demokratîk, wekhev û azad bike vegotiye. Bi vê armancê esas girtiye ku ji bilî hêzên Burkan El-Firat, li gel derdorên welatparêz ên ereban bi pêşengiya YPG/YPJ’ê hevparî bêne pêşxistin. Li gorî vê yekê bang li ereban û gelên din kiriye ku yekîtiya berxwedana hevpar ava bikin.
Her wiha me biryar girtiye ku bi dirûşmeya “Di xeta berxwedaniya Kobanê de em xwe jinu ve birêxistin bikin, ji avakirina Suriyeyek demokratîk re pêşengiyê bikin” di bingeha sererastkirina bîrdozî û rêxistinî de hemle bê destpêkirin.
Çêkirina peyker û abîdeyên şehîdan
* Konferansa me derbarê şehîdan de jî biryarên girîng girtine. Bajarê Kobanê wekî “Bajarê Şehîdan” bê naskirin û bi vê mîsyonê bê bibîranîn. Di vê bingehê de biryar girtiye ku peyker û abîdeyên şehîdên me yên mezin ku bi rihê fedayî bûne sembola berxwedan û lehengiyê bêne çêkirin. Her wiha biryar girtiye ku şehîdên me yên Bakûrê Kurdistanê yên ku mînakek mezin a fedakariyê nîşan dane û bi serhildanan xwedî li berxwedana Kobanê derketine û canê xwe feda kirine, her wiha şehadetên di komkujiya Pirsûsê de çêbûne jî wekî “Şehîdên berxwedana Kobanê” bêne qebûlkirin û bibîrananîn.
Xurtkirina sîstema parastinê
* Konferansa me biryar girt ku xeta parastina cewherî, ruhê parastina cewherî, hişmendî û birêxistinkirina wê bê bilindkirin. Her wiha xwe bigihîne têgihîştina tektîkî, mewzîbûn û terzê liv û tevgerê yê ku dê şerê gel ê şoreşgerî bi hostayî bimeşîne û li gorî wê sîstema parastinê bê bihêzkirin.
* Konferansa me banga mezinkirina hêza YPG/YPJ’ê kir, her wiha bang li gelê Kobanê yê ku neçarî koçberiyê bûye kir ku xwedî li ax û welatê xwe derkeve û vegere.
* Konferansa me careke din eşkere kiriye ku dê wekî her carê ji niha û pê de jî girêdayî pêdiviyên Peymana Cinêvê ya navnetewî ku YPG’ê îmze û qebûl kiriye be.”
Bîlançoya şerê salekê
- Ji 15’ê îlona 2014’an heta Tîrmeha 2015’an bîlançoya şehîd û birîndaran: Hejmara giştî ya şehîdan: 861. Hejmara birîndaran: 2192
Bîlançoya windahiyên dijmin û amûrên leşkerî yên hatine bidestxistin:
– Hejmara kuştiyan: 4896,
– Hejmara cenazeyên dijmin ên hatine bidestxistin: 2008
– Tirimpêlên hatine derbkirin: 151 wesayit, 17 tang, 5 panzer, 14 doçka
– Hejmara tirimpêlên bombebarkirî yên teqiyana û hatine teqandin: 63
– Çekên hatine bidestxistin: 1086 kelaşnîkof, 177 BKC, 176 B-7, 43 çeka Qernas a sûîkastê, 33 doçka, 35 hawan
– Mayinên hatine bêbandorkirin, hatine desteserkirin: 750, hejmara giştî ya mayin û topa cehenemê: 8762
Her wiha bi sedhezaran gule, bi hezaran roket, hejmarek zêde ya amûrên teknîkî û cebilxaneya leşkerî hatine desteserkirin.
ANHA/KOBANÊ