Di konferansa ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Endamê Desteta Bilind Aldar Xelîl axivî. Xelîl, diyar kir ku gelê Rojava ji hemû demê bêtir hewcedarî rêxistinê ye, ji ber vê yekê jî pêwîste hemû beşên civakê xwe birêxistin bikin. Di berdewamiya axaftina xwe de Xelîl bal kişand ser rewşa heyî ya li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê û bang li hemû welatiyan kir ku di salvegera şoreşa gelê Suriyê de xwedî li deskeftiyên gel derkevin.

Piştî Xelîl Seroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziya Mihemed û Serokê Şaredariya Qamişlo Cemîl Ibrahîm jî axivîn û dan zanîn ku pêdiviya hemû sazî û wesayitên veguhestinê bi rêxistinkirinê heye, ji ber vê yekê ew jî wek hemû beşên civakê xwe bi rêxistin dikin û konfransa xwe lidar dixin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku paqijiya bajêr jî beşek ji şoreşê ye, ji ber wê pêwiste her kes bi berpirsyarî ji bo paqijiya bajêr tevbigere.
Serokê yekîtiya Otobusan Yeqûb Yûsif jî di axaftina ku de rola erênî ya saziyên veguhestinê û bandora wan a li ser kêmkirina bêkariya li welat anî ziman û diyar kir ku hemû saziyên veguhestinê yên Qamişlo wê di xizmeta şêniyên bajêr de bin.
Piştî axaftinan, pêşnumaya rêziknameya konfransê hate xwendin û nirxandin hatin kirin. Di encama nîqaşan de rêzikname hate qebûlkirin. Hêjayî gotinê ye ku dema konferans dom dikir, saet di 11.00’ an de navber hat dayîn û hemû beşdarên konferansê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê 5 deqeyan rêz girtin.  

ANHA/QAMIŞLO




Li Efrînê semînera dîroka Kurdistanê

Li Navçeya Şera ya girêdayî bajarê Efrînê di çarçoveya danasîna dîroka Kurdistanê de, semînerek hate lidarxistin. Di semînera ku dîroknas û lêkolînvanê Kurd Abdulah Şikakî wekî axaftvan tevlî bûn de, gelek rewşenbîr jî amade bûn. Di semînera ku li ser dîroka Kurdistanê ya beriya zayînê hate rawestîn de, Şikakî, li ser dîroka Urartu û Mîdya her wiha hatine Iskenderê Makedonî ya herêmê rawestiya. Şikakî, her wiha behsa şerên li ser erdnîgariya Kurdistanê hatine meşandin kir û li ser berxwedana Kurdan a li dijî êrîşan rawestiya. 

EFRÎN