Siyasetmedarê Kurd û rojnamevan Sabrî Agir ê di konferansê de weke qiseker amade bû. Konferans rastî eleqeyeke xurt a Swîsreyiyan hat. Agir li konferansê mafê axaftinê wergirt û konfederalîzma demokratîk û sîstema Rojava vegot. Agir di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rastiya li herêmê û Kurdistanê. Agir, mirin û koçberiya ji ber şerê li Rojhilata Navîn diqewime bibîr xist û destnîşan kir, ku di demeke li Rojhilata Navîn ev rastî hene de, li gelemperiya cîhanê jî krîzeke rêveberiyê xwe daye der.
Agir anî ziman ku Tevgera Azadiye ya Kurd li hemberî van krîzên li Rojhilata Navîn, Agir di dewama axaftina xwe de bal kişand ser sîstema xweser a tê xwestin li Rojava û Bakurê Kurdistanê bê avakirin û got, "Li Rjava û Bakurê Kurdistanê hewl tê dayîn xweserî bên rûniştandin. Li Rojava, konfederalîzma dîrokî ya me qala wê kir, paralelî xweseriyê bi pêş ket. Bêguman di vir de xebateke polîtîk û îdeolojîk a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hebû."
Agir bibîr xist ku tê xwestin modeleke rêveberiyê ya dişibe ya Rojava, li Bakurê Kurdistanê jî bê avakirin û diyar kir ku li hemberî vê sîstemê dewleta Tirk şîdeteke mezin bi kar tîne. Agir destnîşan kir ku tevî hemû komkujî û zextan jî wê li Bakurê Kurdistanê ev sîstem were avakirin.
Piştî pêşkêşiya Agir konferans bi beşa pirs û bersivan dewam kir û dûre bi dayîna xwarinê ji bo destekkrina Rojava, bi dawî bû.
ANF/BERN