Bi dirûşmeya "Ji bo bipêşxistina çandiniya komunal li Rojava û Bakurê Sûriyê" 2‘emîn Konferansa Yekîtiya Pisporên Çandiniyê ya Kantona Cizîrê doh dest pê kir.

Konferans bi beşdarbûna 140 delegeyan li navenda Çand û Huner a bajarokê Rimêlan a Aram Tîgran tê lidarxistin.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Asya Abdullah ve hate kirin.



Asya Abdullah got, "Lidarxistina konferansê di merheleyek hesas de ku herêm tê re derbas dibe, pêk tê. Hêzên xwedî zêhniyeta desthildar û kapîtalîst hewl didin hêza xwe li ser herêmê ferz bikin û dixwazin bi têkbirîna vîna gelan berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin.”

Asya Abdullah di dewama axaftina xwe de, girîngiya xebatê ya li gorî stratejiyeke modern ji bo tinekirina aloziya Sûriyê dest nîşan kir û got, "Hemû civînên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin, heta niha ti guhertin yan jî çareserî peyde nekirin, tenê gel fatoreya vê yekê dide.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Asya Abdullah di dawiya axaftina xwe de, ji bo serxistina konferansê jî got, "Herêma Cizîrê bi çandiniyê dewlemend e. Ji bo ku ev konferans bi encam be, pêwîst e xebateke hevbeş pêk were. Her wiha divê, projeyên çandinî werin bipêşxistin."

Konferansê dema nûçeya me dihat amadekirin dewam dikir. 



ANHA / GIRKÊ LEGÊ