Pêr danê sibehî çalakiyên Kongreya Cîhana Nû ku Rêxistina Cîhana Nû ya Holendî bi hevkariya Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrî re organîze dike, bi beşdariya 27 akadimisyen, rojnamevan, hunermed, rewşenbîr ên ji welatên Emerîka, Holenda, Siwêd, Skoçya, Belçîka û hin welatên din, nûnerên Amazîx, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û dehan endamên saziyên civaka sivîl, li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê destpê kir.
Îro jî çalakiyên roja 2’yemîn ên kongreyê bi axaftinên Hevserokên Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê, Dicle Hemo û Hisên Adem destpê kir. Her wiha di kongreyê de semînera bi navê Komînalîzmê ji aliyê Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif û Endama Parlementoya Katalonyayê Rehearsals Aabanz hate dayîn. Semînera bi navê ekolojiyê jî ji aliyê Cîgirê Serokatiya Desteya Şûnwar û Ekolojiyê Ziyad Ristem û Endama Meclsîa Insîyatîfa Jinan a bajarê Malmo ya Siwêdî Katrîn Mandêz ve hatin dayîn.
Beşdaran li semînerê gundarî kir û pirsên xwe ji komisyonan kirin. Bersivên beşdaran jî ji aliyê komisyonên ku semîner didan ve hatin dayîn. Piştî bi dawîbûna semîneran gelek axaftin ji aliyê beşdaran ve hatin kirin û semînrên ku di kongreyê de hatin dayîn, ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.
Kongre bi dirûşmeya “ Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
ANHA/DÊRIK