
Kongreya Yekemîn a Ciwanên Welatparêz doh li Salona Tewar a bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê doh pêk hat. Gelek mêvan ji parçeyên din ên Kurdistanê tevlî Kongreyê bûn, herwiha ciwanên bi nûnertiya tevahiya bajarên Başûr jî di kongreyê de mîna delege cih girtin.
Kongre bi deqeyek rêzgirtin û xwendina sirûda netewî Ey Reqîb destpê kir. Paşê dîwana ji 5 kesan hat vexwendin û cihê xwe girtin. Li ser navê Hevserokatiya Tevgera Azadî Şîlan Şakir axaftina vekirinê kir û diyar kir ku pêwîste ciwanê başûrê Kurdistanê bi hêza xwe ya dînamîk ji civak û avakirina jiyaneke azad re pêşengiyê bikin û wiha axivî: “Ciwan bi hêza xwe ya dînamîk û cewherî dikarin xwe ji pergala desthildatdariyê rizgar bikin. Ev Kongre berpirsyartiyek mezin dixe ser milê ciwanên kurd û divê erka xwe ya dîrokî di vê demê de pêk bîne.”
KCK kongre silav kir
Perspektîvên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo ciwanan hatin xwendin. Herwiha li ser navê ciwanên ji Mexmûr, Şengal, Kerkûk û rojava û rojhilatê Kurdistanê jî peyam hatin pêşkêşkirin. Ciwanên YNK’ê jî peyamek ji Kogrê re şand. Her wiha KCK’ê jî ji bo konferansa ciwanan peyamekê şand. Di peyama KCK de hat gotin ku divê giringiya kongrê bi awayekî asayî tevnegere, guftûgo, biryarên we û bernameya we ya siberojê van taybetmendiyan di nava xwe de bi cih bike. Peyam wiha dewam kir:”Di dawiyê de em bi dirûşmeya ‘Ciwanê azad û şoreşger ê niha û siberojê, civakê mîsoger dike’ dûbare pîrozbahiya kongreya we dikin û serkeftinê ji we re dixwazin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ