Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî sedemên hundir û derve yên komkujiya Şengalê nirxandin û got, “Tiştên bûne sedema pêkhatina komkujiyê li holê mane. Gelê Êzîdî ji bo yekitiya xwe ya navxweyî pêk bîne, pêwîst e kongreya xwe pêk bîne û ev mecbûriyetek e. YBŞ û Şengala xweser ji bo azadiya gelê Êzîdî temînateke bingehîn e.” 

Fermandarê Gişti yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê Mazlûm Şengalî bi wesîleya bîranîna salvegera 3’emîn a komkujiya Şengalê axivî. Şengalî bi bîr xist ku komkujiya Şengalê di 3’ê Tebaxê 2014’an de komkujiya herî mezin ya van salên dawiyê ye û fermana 73´yan li dijî gelê Êzîdî ye.

 

PDK´ê gel tenê hişt

Fermandar Mazlûm Şengalî got, “Sedemên sereke yên komkujiya Şengalê, yek jê siyasî bû, duyem civakî bû û ya sêyem jî eskerî bû. Ji ber van hersê sedeman gelê me yê Êzîdî di fermanê re derbas bû, ji ber ku gelê me yê Êzidî bê çavkaniya siyaset û parastinê hatibû hiştin. Di dema fermanê de ew hêzên ku li vir bûn û xwe wekî berpirs dîtin ji vir reviyan û berpirsyariyên xwe bi cih neanîn. Hem Iraq û hem ji hêzên PDK’ê ev erka xwe bi cih neanîn, civak tenê hat hiştin û ev jî dikare wekî sedemeke fermanê were diyarkirin.”

Mazlûm Şengalî bal kêşa ser dema komkujiya Şengalê û got: “Sedemeke sereke ya komkujiyê ji ber sîstema eşîrtî û cemaetî ya di nava Êzîdiyan de bû. Ev ne sîstemeke wisan e ku tevahiya Êzidiyan digire nava xwe, di nav de parçebûyînek heye û ji ber ev tifaq pêk nehatiye heta niha gelê me rastî gelek fermanan hatiye. Ev hemû sedem ji bo dagirkerên wek rêxistinên DAIŞ’ê bû bingeheke qirkirinê. Sedema van nebûna rêxistinbûyînê, rêvebertiyê, siyasetbûyînê bû.”

 

Divê sedemên fermanê ji holê werin rakirin

Fermandar Mazlûm Şengalî îşaret bi sedemên pêkhatina fermanê jî kir û got, ”Hîna ji bo gelê Êzidî tehlîkeyeke cidî dewam dike. PDK rola xwe bi cih neanî, ji bo Şengalê gelek hêzan xwest alîkariyê bike, lê wê hemû ji red kirin û ji wan hêzan re got, ew dikarin Şengalê biparêzin. Lê belê di fermanê de Şengal bi temamî teslîm kirin, Şengal ji aliyê hêzên wan ve nehate parastin û li  holê hat hiştin. Ji ber ku baweriya wan bi hêzên dagirker dihat û bi Tirkiyê re tev digeriyan.”

 

‘HPG’ê pêşî li valabûna Şengalê girt’

Fermandar Mazlûm Şengalî behsa rola tekoşîna hêzên HPG’ê li Şengalê kir û got: “Piştre YPG kete dewreyê û komkujiya çeteyên DAIŞ´ê hatin rawestandin, di dema şer de şervanên YPG’ê û gerîlayên HPG’ê bi korîdora mirovî ya bi Rojava re bi hezaran ji xelkê Êzîdî rizgar kirin. Gelê me yê li çiyayê Şengalê mayî ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hat parastin. Pêwist bû ku Şengal nehatiba valakirin, ger Şengal bihatiba valakirin wê gelê Êzidî carekê din venegeriyabana Şengalê û gerilayên HPG´ê li pêşiya valabûna Şengalê sekinîn.”

 

‘YBŞ ne li ser maseyan bi berxwedana ava bû’

Fermandar Mazlûm Şengalî der barê çawaniya avabûna YBŞ’ê de jî peyivî û got: “YBŞ bi berxwedanê re hate avakirin,  YBŞ ne li ser mase û kaxezan hate avakirin û ne hêzeke wisan bû. YBŞ di nava şer de hêzek bû ku xwe ava kir û navê xwe ji berxwedana ku dikir girt. Rola YBŞ’ê li Şengalê pirr girîng e, ji ber ku YBŞ hêzeke sereke ya pêşîlêgirtina fermana Şengalê bû.”

Fermandar Mazlûm Şengalî bal kêşa ser şehîdên YBŞ’ê di fermanê de û got: “Di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de YBŞ’ê gelek şehîd dan, gelê Êzidî bi saya qehremantî û cesareta şehîdên wekî Çiya, Berxwedan, Kawa, Nûjiyan, Amed û Baweran gihaye van rojan. Yên ku pêşiya fermanê girtî, nêzî 300 şehîdên me çêbûn, lê hîna hinek cemaet, YBŞ’ê ji bo xwe wekî tehdîtekê dibînin. Çima? Ji ber ku êdî gelek ku li ser pişta wan jiyan bike, nabîne. Pêwîst e ji bo yekitiya Êzîdiyan kongre yan jî konferansek li dar bikeve û tevahiya alî û cemaetên Êzîdiyan beşdarî vê kongreyê bibin. Pêwîst e em vê yekîtiyê pêk bînin, yan na tenê bi fikirîna li menfaetên cemaetekê, yekîtî pêk nayê.”


‘YBŞ temînata azadiya tevahiya gelê herêmê ye’

Fermandarê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî YBŞ weke temînata azadiyê bi nav kir û got: “Çiqas Şengal hatibe azadkirin jî hîna mafê gelê li vir nehatiye dayîn, gelê Êzîdî hîna ji mafên xwe yên siyasî dûr in û hîna mafê xweseriya Êzîdiyan nehatiye pejirandin. Em wek YBŞ’ê têdikoşin, hîna tekoşîna me ji bo vê dewam dike. YBŞ ne tenê di Şengalê de şer kir, li Minbicê jî şer kir û niha li Reqayê li dijî fikra qirêj û zihniyeta dagirkeriyê şer dike. Ji kevin ve gelê ku di mala xwe de nedizanî şer bike, niha li paytexta çeteyên DAIŞ’ê şerê rûmetê dike. Ew keç û jinên çeteyên DAIŞ’ê dil girtibûn rizgar kirine û hîna ji bo rizgarkirina yên mayî têdikoşe.”

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî der barê rêveberiya Şengalê de jî got: “Pêwîst e ji bo Şengalê rêveberiyeke xweser were pêk anîn, erka me ya destpêkê ev e. Xilasbûna DAIŞ’ê nayê wê wateyê ku hemû pirsgirêk ji holê hatine rakirin, pêwîst e gelê Şengalê bi garantiya Neteweyên Yekgirtî bê parastin.” 


  ROJNEWS/ŞENGAL