
Di kongreyê de Hevberdevka HDK Elmanya Fatoş Goksûngûr qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê şermezar kir. Goksûngûr got, ‘’Çawa ku Seydi Rizo li ber dijmin serê xwe berjêr nekir, îro jî HDP û Selahattîn Demîrtaş çokên xwe neşikandin’’
Berdevkê HDK-E Alî Mîtîl jî peyama hevgiriyê ji bo hevserok û wekîlan nîşan da. Mîtîl têkildarî xebatan agahî da û got di mijara ciwanan de ew qels mane. Di kongreyê de Alî Mîtil û Elîf Sonzamanci weke hevserok hatin hilbijartin.
Kurkçu: Demokrasiyê diceribînin
Hevberdevkê HDP’ê û wekîlê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu jî tevlî kongreyê bû û got, ‘’HDK li vir di navbera Kurdistan û Tirkiyê de wê bibe pir. Ji hêla siyasî, kulturî ve li Ewropa ev pêdivî heye. Peywira we ya herî sereke li vê derê ew e ku hûn çavê gelên Ewropayê vekin.“
Kurkuçu li ser biryara HDP’ê ku êdî wê nema tevlî nav xebatên desteya giştî û komîsyona meclîsê bibe jî, got, biryareke dîrokî ye û dîrokê fersend daye ku em bi hevkarî tevbigerin.
Koç: Emê xwe bigihînin her kesî
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî got, ‘’Em bi projeya HDK’ê armanc dikin ku xwe bigihînin tevahiya vê girseyê. Ji bo vê jî delegeyên li vê derê li cihê ku lê ne dive xwe bigihînin her kesî. Em çi qasî xebatên hevpar bikin, em ê li Ewropa ew qasî xurt bibin.’’
Abdî Kobanî ku li ser navê şandeyeke Kobanê axivî û got, li dijî DAIŞ’ê ew bi ser ketine. Kobanî, ‘’Ji bo ku we em tenê nehiştin û xebatê Kobanê em spas dikin.’’
Di kongreyê de Kongreya Îslamî ya Kurdistanê, Fransa HDK, SYKP, YJKE-E, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Federasyona Sûryanî ya Elmanya, Partiya Çepgir, Tevgera Hezîranê ya Frankfûrtê peyam şandin.
FRANKFÛRT