Buroya Olan û Baweriyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên lidarxistina Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk dike. Kongre wê di 27-28’ê Nîsanê de li bajarê Amûde pêk bê. Buro niha hewl dide amadekariyên xwe bi dawî bike.

Kongre wê 2 rojan bidome. Di roja yekê de beşdar wê mijara pênasekirina Îslama rast û vegerandina wê li jêderên safî, nîqaş bikin. Roja diduyan, wê taybet a 300 endamên sereke ango delegeyan be. Rêziknameya kongreyê wê were xwendin û serokê Kongreya Îslamî wê were hilbijartin.

800 kesayetên Îslamî wê ji hundir û derveyî Sûriyê, di nav de 300 delegeyên saziyên olî, beşdarî kongreyê bibin.

Ji bo ji holê birina tundrawiyê

Hevseroka Buroya Olan û Baweriyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ezîze Xenafêr destnîşan kir ku armanca wan a sereke ji lidarxistina kongreye ew e ku pênasekirina Îslama rast, vegerandina wê li jêderên wê yên safî, û zuwakirina kaniyên fikrên tundraw e yên ku çeteyan bi navê Îslamê li herêmê çandine.

Ezîze hêvî kir ku kongre bi rolekê rabe di jinûvesazkirin û sererastkirina diyaneta Îslamî de piştî ku ji hêla komên çete ve hatiye şewihandin. Ezîze got, “Kongre li gel têkçûna DAIŞ`ê ya ku bi navê Îslamê sivîl kuştin û koçber kirin, li dar dixin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev kongre ya sêyemîn e, piştî kongreya Amed û Stenbolê.

 

ANHA / EYN ÎSA