Li bajarê Mainz ê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Viyan yekşemê kongreya xwe ya asayî ya 6ʼan pêk anî. Piştî hilbijartina dîwanê û rêzgirtina ji şehîdan re di kongreyê de axaftin li ser pêvajoya siyasî hat kirin; rapora kar û xebatê hat xwendin; li ser raporê guftûgo hatin kirin, rexne û xwerexnekirin hatin kirin. Paşê beşdar hevberdevkên xwe û rêveberiya xwe diyar kirin û ji bo dema bê plansaziya xwe kirin.
Di dawiya kongreyê de beşdaran soz dan wê xebatên jinê xurt bikin û bi pêşde bibin û weke deynekî stûyê xwe yê li hemberî şehîdan û Rêber Apo wê rêxistiniya xwe xurt bikin. Kongre bi sloganên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
MAINZ