Di kongreyê de nûnerên Rêxistina Kombûna Sûriya Dayikê, Komîteya Jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Komîteya Jinên Partiya Çep, Komîteya Biratiya Gelan a Heleb û Efrînê, Komeleya Êzidiyan a Helebê, Lijneya Jinên Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Lijneya Jinan a Rêxistina Demokratîk a Asuriyan, Lijneya Jinên Partiya Lîberal a Kurdî li Sûriyê û Lijneya Jinan a Partiya Demokratî Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, nûnerên Yekîtiya Star ên Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Dirbêsiyê û Tirbespiyê, Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, nûnerên saziyên civaka sivîl, Rêxistina Mafê Zarokan a Hesekê, nûnerên Rêxistina Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Qamişlo amade bûn.

Saziyan peyam şand


Di kongreyê de axaftina vekirinê ji aliyê Şamîran Şemûn ve hate kirin. Şemûn, di axaftina xwe de li ser têkoşîna jinê rawestiya û bal kişand ser rola jinê ya di civakê de. Piştî axaftinê dîwana kongreyê hate hilbijartin. Piştre peyamên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Komeleya Rewşenbîrî ya Suryaniyan li Sûriyê û Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê hatin xwendin. Di peyaman de Kongreya Înîsiyatîfa Jinên Sûriyê li hemû jinan hate pîrozkirin.

Komîte hatin sazkirin


Di kongreyê de pêşnumayên armanca înîsiyatîfê, xalên bingehîn û komîteyên ku divê bêne avakirin hatin xwendin. Her weha zagonên giştî yên jinê ku hatibûn amadekirin hatin xwendin û xal bi xal li ser nirxandin hatin kirin. Piştî nirxandinan jî biryar hate girtin ji bo ku 30 zagonên jinan di destûra bingehîn a Suriyê de cih bigirin, têkoşîn bê dayîn.  Ji bo ku xebatên înîsîyatîfê bi awayekî rêkûpêk bêne meşandin di kongreyê de komîteya giştî, komîteya çapemenî û arşîvê, komîteya zagon û mefdariyê û komîta aborî hatin avakirin.  Di dawiya kongreyê de hilbijartin pêk hat û 9 kes ji bo rêveberiya înisiyatîfê hatin hilbijartin.

Encamname hate aşkerekirin


Encamnameya Kongreya Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê hate aşkerekirin. Li gorî encamnameyê hin biryarên ku di kongreyê de hatine wergirtin weha ne:
* Ji bo çareserkirin û şopandina pirsgirêkên jinan wê li Qamişlo wê navenda giştî ya Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê bê vekirin û li bajarên din jî şaxên wê bêne  vekirin.
* Derbarê şîdeta ku di nava salekê de li ser jinên Sûriyeyê hatiye meşandin wê lêkolîn bê kirin û îstatîstîk bêne derxistin.
* Li ser tecawîzê û jinên bêmal û bêxwedî yên di dema şerê Sûriyeyê de wê lêkolîn bê kirin.
* Der barê girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehên Sûriyeyê de, wê lêkolîn bê kirin.
* Li ser navê Înîsiyatîfê wê malperek înternetê bê vekirin û nûçe û çalakiyên jinê li ser bêne belavkirin.

* Ji bo ku di kongreya duyemîn a jinan de Meclîsa Jinên Sûriyeyê ku ji hemû pêkhateyan pêk tê were sazkirin, wê xebat bêne meşandin.


ANHA/QAMIŞLO