Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê bi beşdarbûna 250 delegeyan 3. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) hat lidarxistin, di kongreyê de 73 endamên nû ji bo meclîsê hatin hilbijartin û bi sondxwarina endamên nû re kongre bi dawî bû. Di kongreyê de beşdaran û qiseker hemû li ser xwerêxistinkirin û parastina Êzîdxanê axivîn. Her wiha beşdar di kongreyê de li ser bûyer û qewimînên li herêmê axivîn û gotin, ew êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi hemî awayî şermezar dikin. Her wiha hate gotin ew wekî MXDŞ’ê şehîdxistina Endamê Konseya Serokatiya Giştî a KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi tûndî şermezar dikin. Li ser şehadeta Diyar Xerîb jî hat gotin, ji bo azadiya Kurdistanê têkoşîn dikir û armanca wî tifaq û yekitiya gelê Kurd bû.Di kongreyê de 73 endamên nû ji bo meclîsê hatin hilbijartin û endamên nû sond xwarin.

ROJNEWS/ŞENGAL