AXÎN TORHILDAN  / ANF / QAMIŞLO

Rayedarên 3 partiyên Kurd ên li Rojava got, “Kurd divê bi dewleta Tirk a faşîst re nebin yek, divê bi hev re tevbigerin û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.”

Rayedarên Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurdistanê û Partiya Çep a Demokratîk a Kurdistanê ku li Rojavayê Kurdistanê siyasetê dikin, biryara DYE’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê, girtina buroyên Tevgera Azadî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin.

Ew nirxên me ne

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê, Necmeddîn Melle Omar diyar kir ku partiya wan her tim bi partiyên Kurd û Kurdistanî re tevdigere û got, hem girtina buroyên Tevgera Azadî ji aliyê YNK’ê ve hem jî biryara DYE’yê ya li dijî 3 rêveberên PKK’ê şermezar kir.

Omar biryara DYE’yê weke nîşaneyeke êrişên li dijî Kurdan nirxand û got, “Ev mirov ewladên Kurdistanê ne ku bi ruhê xwe yê fedayî li Kurdistanê tên naskirin. Ew ocaxa me ne, nirxên me ne. Pêwîst e ne tenê weke pêşengên PKK’ê bên dîtin. Ew pêşengên me hemûyan in.

Divê neyê jibîrkirin, Bakur û Başûrê Kurdistanê ruhek in.”

Li Rojava her kes siyasetê dike

Omar wekî din got, li pişt êrişên li dijî Tevgera Azadî ya li Başûrê Kurdistanê, Emerîka û Tirkiye hene û got, “Şaş e ku buroyên Tevgera Azadî ji aliyê YNK’ê ve hatine girtin. Endamên Tevgera Azadî ked û berdêl dane û ev tevger ava kirine.

Partiyên me yên li Rojava xwedî nêrînên cuda ne. Lê belê mafê her kesî heye ku siyasetê bike. Kes partiya kesî nagire. Mafê her kesî ye ku nêrîna xwe bi rengekî azad biparêze.”

Necmettîn Melle Omar îşaret bi girîngî û lezgîniya yekîtiya neteweyî jî kir û got, “Li gorî berjewendiyên Kurdan e ku partiyên Kurd di çarçoveya kongreya neteweyî de bicivin. Rejîmên Tirkiye, Emerîka, Îran, Sûriye li gel cudahiya nava xwe jî, li gel nêrînên cuda û nakokiyên cidî jî, dema mijar Kurd be dibin yek. Em çima bi cihêrengiyên xwe nikarin bibin yek?”

Êrişeke li dijî Kurd û Kurdistanê

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Lîberal a Kurdistanê, Ferhad Telo jî got, girtina buroyên Tevgera Azadî daxwaza dewleta Tirk e û got, “Em vê yekê weke êrişekê li dijî Kurd û Kurdistanê dibînin. Kurd ya wê bi hev re têk biçin, ya jî bi hev re bi ser bikevin. Lewma, sedem çi dibe bila bibe girtina buroyên Tevgera Azadî rast nîne, em qebûl nakin.”

Telo di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê nehişt heyetek ji Başûrê Kurdistanê tevlî Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografiya Efrînê bibe û got, “Em, astengiya li pêşiya hatina heyetê, rast nabînin. Kurd divê hev parçe nekin, divê helwesteke çêker ji bo hev nîşan bidin.”

Telo bang li PDK û YNK’ê kir ku ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurd gavan biavêjin û wiha dewam kir: “Kongreya Neteweyî dermanê pirsgirêkên sedan salan ên Kurd û Kurdistanê ye.”

Li cewhera xwe vegerin

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep Demokratîk a Kurdistanê, Salih Gedo jî ji bo vekirina buroyên Tevgera Azadî bang li YNK’ê kir: “Em YNK’ê weke partiyeke welê nas dikin ku li Kurdistanê xwedî li nasnameya neteweyî derdikeve. Dewama hêzên Kurdistanî ye û ji bo çar parçeyên Kurdistanê xwedî vê taybetmendiyê ye. Bi dîtina min, afirînerê vê siyasetê Mam Celal Talabanî ye. Di vê mijarê de tecrûbeyeke me jî ya demdirêj heye.

Roj ne roja şerê nava malê ye, roj ne roja lihevnekirina birayan e. Divê li pêşiya yekîtiya neteweyî ya gel û partiyên Kurdistanê nebin asteng. Em hêvîdar in ku YNK’yî û şagirtên Mam Celal wê li gorî vê yekê tevbigerin. Em jî dibêjin; li cewhera xwe vegerin.”

Salih Gedo bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Ne tenê gelê Kurd azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Hemû gelên cihanê daxwaza azadiya Serok Apo dikin. Ev yek daxwaza hemû gelên alîgirê azadî, demokrasî û mafên mirovan e. Hemû dewletên navneteweyî, bi taybetî Emerîka, Rûsya û welatên Yekîtiya Ewrûpayê divê êdî ji dewleta TC a faşîst re bibêjin, ‘êdî bes’ e. Divê Serok Apo êdî azad be û li nava gelê xwe bixebite.”