HEWKAR MISTEFA / ROJNEWS / HELEBCE
Mamosteyê zanîngehê, Serkêw Selah got, tenê Kongreya Neteweyî dikare sînorên bi dest hatine çêkirin, ji holê rake. Endamê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Sebeh Feteh jî got; "Divê rêveberên siyasî yên Kurd ji bo pûçkirina planên dijmin, dawî li nakokiyên xwe bînin û ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî kar bikin."
Mamosteyê Zanîngeha Helebce Serkêw Selah û Endamê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Sebeh Feteh der barê girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî û Yekîtiya Neteweyî de axivîn.
Mamosteyê Zanîngeha Helebce, Serkêw Selah got; "Em hemû hêviyê ji bo Kurdistana mezin dikin. Tenê Kongreya Neteweyî dikare sînorên bi dest hatine çêkirin ji holê rake û em wisa dikarin bibin xwedî Kurdistana mezin."
Ji bo paşerojeke geş
Endamê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Sebeh Feteh yê ji lîsteya YNK'ê jî got; "Mixabin heta niha jî em daxwaza lidarxistina Kongreya Neteweyî dikin. Pêwîst bû berî çend salan pêk bihata. Ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî divê aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nakokiyên di navbera xwe de ji holê rakin û li ser masayê guftûgoyan bikin. Li gel aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê Kongreya Neteweyî pêk bînin. Paşerojek geş ji bo xizmên şehîdan û ruhê şehîdan biafirînin." Sebeh Feteh îşaret pê kir ku tevî nakokiyên di navbera Tirkiye, Îran û Iraqê de, dema ku mesele Kurd in, ev hêz bi hev re dijmintiya gelê Kurd dikin û wiha dawî li gotinên xwe anîn: "Nakokiyên xwe didin aliyekî. Divê rêveberên Kurdan jî ji bo planên dijmin pûç bikin, ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî xebatê bikin û dawî li nakokiyên xwe bînin."