Parlamenterê Tevgera Goran yê berê Şêrko Heme Emîn û Parlamentera berê ya YNK’ê ya Herêma Kurdistanê Talar Letîf bal kişandin ser hewldanên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) yên ji bo yekîtiya neteweyî û hewldanên wê girîng nirxandin û bang kirin ku bangên KCK’ê yên ji bo pêkanîna yekîtiyê bi cih bên anîn. Wan herwiha diyar kir ku Tirkiye û Îran li pêşiya pêkhatina yekîtiya neteweyî asteng in.

Parlamenterê Tevgera Goran yê berê Şêrko Heme Emîn xwest rêz ji hewldanên KCK’ê yên ji bo pêkanîna yekîtya neteweyî ya Kurd re were girtin û têkildarî girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî jî got; “Weke stratejîk kongreya neteweyî gelekî pêwîst e û heta dereng jî ketiye. Ji ber ku dijminên Kurd bêyî cudahî yek dijmin in.”

Şêrko Heme Emîn diyar kir ku destwerdana welatên cîran ên weke Tirkiye û Îranê herî zêde bandorê li ser pêknehatina yekîtiya neteweyî dike û got; “Heger em hevgirtî bin, em dikarin bibin xwedî stratejiyeke hevbeş. Herwiha lihevkirineke exlaqî di navbera wan de hebe û ti hêzek li dijî hêzeke din a Kurdî nebe.”

Şêrko Heme Emîn bi bîr xist ku dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kerkûkê kirin, gerîla û pêşmerge di yek çeperê de bûn û wiha domand; “Ew wêneyên ku dema bihurî me dîtin, gerîla û pêşmerge di yek çeperê de bûn, îspat kir ku di rastiyê de gerîla û pêşmergeyan kongreya neteweyî pêk aniye.”

Dijmin yek e divê em jî bibin yek

Parlamentera berê ya YNK’ê ya Herêma Kurdistanê Talar Letîf ku bi xwe endama Amadekara Kongreya Neteweyî ya Jinan bû hewldanên KCK’ê yên ji bo kongreyê girîng dibîne û got; “Hewldanên PKK’ê cihê destxweşiyê ne. Di serî de jî bo havênê komîteyekê ku ji her parçeyê Kurdistanê 5 jin bûn endam. Kar li ser mekanîzmeya pêkhatina kongreya neteweyî ya jinan dikir. Tevî ku di serî de hewldan cidî bûn, mixabin ji ser rewşa ku bi ser Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê de hat, wiha bû ku bi awayê ku plan ji bo hatî danîn, kongre pêk neyê.”

Talar Letîf eşkere kir ku kongreya neteweyî dikare li her çarparçeyê Kuridstanê aramiyê pêk bîne û got; “ji derveyî vê wê bibe sedemek ji bo yek gotarek ji bo wan welatên ku hate niha dijberiya me dikin. Bi hêza çekê nêzî me dibin. Lewma evane hemû hewldanên cidî ne û wê kongreya neteweyî bibe gaveke girîng ji bo van hemû xisûsan.”

Talar Letîf bal kişand li ser astengiyên li pêşiya yekîtiya neteweyî ya Kurd û got; “Divê partiyên siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê bizanin ku dijminê me yek e û pêwîst e bi helwêsteke yekgirtî bersivê bidin.”

BERHEM LETÎF / ROJNEWS / SILÊMANÎ