Di vê pêvajoya ku têkildarî kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd de Endamê Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK)’ê Sabrî Ok axivî û got, weke tevger Kongreya Neteweyî timî di rojeva wan de ye. Ok wiha peyivî;  “tê zanîn kongreya neteweyî her timî rojeva gelê Kurd û bi taybet jî di rojeva tevgerê me de ye. Serok Apo heya niha pir caran bangawazî kir, proje bi pêş xistin, xwest gavên pratîk biavêje. Li ser kongreya neteweyî nîqaşek hat kirin. Em weke tevger bi dilsozane nêzîkî kongreya neteweyî bûn. Di vir de me berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re girtin. Lewma ji derveyî me gelek rêxistinên din jî car caran qala kongreya neteweyî kirine. Bi rêya çapemeniyê daxuyanî dan. Weke mînak PDK’ê û dîsa YNK’ê jî li ser pêwîstiya kongreya neteweyî axivîn. Dema ku Serok Apo hê zêdetir xist rejoua me, em jî hê zêdetir li ser fikirîn.”


‘Ji ber hevserokatî û delegeyan xetimî’

Ok behsa xebatên xwe yên ji bo Kongreya Neteweyî û pêvajoya amadekirina Kongreya Neteweyî jî kir. Ok got, di warê serokatiya kongreyê û delegasyonê de ji aliyê PDK’ê ve pir pirsgirek derket û ev xal destnîşan kirin, “gotin, ji derveyî kek Mesud nabe. Di mijara delegasyon û serokatiyê de em pirr heq nêzîk bûn. Li gorî serjimara parçeyan nêz nebûn. Ji me xwestin hejmarên delegasyonan wekhev bin. Ji wir ve pirsgirêk derket. Bi taybet PDK’ê hinekî din zêde xwe perest. Weke tevger me tu carî negot, ‘ya serokê kongreyê ji me be, yan jî kongre pêk nayê.’ Bi taybet hişmendiya PDK’ê rasterast ev bû; yan serokê kongreyê wê ji me be yan jî nabe. Serokatiya me pêşniyarek kir, pêşniyariya hevserokatiyê kir. Navê wan jî gotin, yek Birêz Mesûd Barzanî ya din jî Birêz Leyla Zana be. Bêguman nûnertiya jinê jî girîng bû. Em bixwe çûn, me bi Birêz Mesûd re ev yek parve kir. Di hevdîtinê de pirr zelal negotin,‘Na’, lê bêlê bi rengekî destnîşan kirin. Bi wate gotin ku; tu çanda me ya ku em bi jinan re di vê astê de kar bimeşinên tineye. Ji bo wê jî kongre di mijara hevserokatiyê û delegasyonê de xetimî.”
‘Hesabên li ser Rojava hebûn’
Ok, li ser mijara Rojavayê Kurdistanê jî got, “gelê me bi derfetekê kêm tevî hemû astengiyan jî dîsa bi ruhekî fedaiyane li ber xwe da. Hemû êrîşên wan vala derxistin û şoreş parast. Bi taybetî nêzîkatiyên PDK’ê hesab û stratejiya wan li ser Rojava hemû cuda bûn. Wek aliyekî siyasî li ser Rojava nexasim li ser PYD’ê hin zêdetir êrîş, tunekirin û reşkirin dan meşandin. Di wir de siyaseta me û ya PDK’ê hev negirt. Li derveyê PYD’ê jî rêxistin û gel û dîn hene. Bila hemû di nav xwe de nîqaş bikin, şoreş bi çi awayî bê parastin û bi çi awayî xwe birêve bibin biryara xwe bi xwe bidin. PDK hê zêdetir bi hişmendiyeke desthilatxwazî nêzî Rojavayê Kurdistanê bû. Di nav xwe de hesabê, em çawa parve bikin, hinek ji te re hinek ji min re, kirin. Me ev yek di cih de nedidît. Ji ber nêzîkatî û siyaseta PDK’ê, ji Rojavayê Kurdistanê, PYD’ê, TEV-DEM’ê, ENKS’ê û rêxistinên din hev nekir. Lewma xebatê kongre ji ber sedemên, delegasyon, hevserokatî û bi nêzîkatiya li Rojavayê Kurdistanê hat taloqkirin.”


Rojhilata Navîn dikele
Ok da zanîn ku kongreya neteweyî îro, ji her demê zêdetir pêwîst e û wiha dirêjî da axaftina xwe,  “Rojhilata Navîn dikele. Nakokiyên dîn, netewe, desthilat û gelên bindest êdî bi şert in. Bêguman şerekî mezhebî weke Şîa-Sûnnî tê meşandin. Divê Kurd ji her demê zêdetir girîngiyê bi Kongreya Neteweyî bidin û bi misogerî Kongreya Neteweyî pêk bînin. Eger Kurdistan bihevre azad nebe, yan jî azadiya Kurdistanê bi vê perspektîfê neyê dîtin, yek parçeyê Kurdistanê nikare bi serê xwe ewlekariya xwe biparêze. Başûrê Kurdistanê yan jî Rojavayê Kurdistanê, bêguman serketinek e û çepereke gelê Kurdistanê ye. Divê bi giştî hemû rêxistinên Kurd bi hevre tevbigerin û siyaseteke neteweyî bimeşinin. Eger îro Kongreya Neteweyî pêk bê, ji bo azadiya gelê Kurd mirov dikare bêje qonaxekê pirr bilind e. Heta mirov dikare bibêje ku gelê Kurd azad e. Di dîrokê de ew dewletên dagirker bi giştî dijminên gelê Kurd hêza xwe ji parçebûna gelê Kurd û parçebûna Kurdistanê digrin. Li ser vê jî siyaseteke kirêt, komkujî dimeşinîn.”


‘Perçebûn li pêş yekîtiyê astengî ye’
Ok Kongreya Neteweyî ji bo azadiyê weke bivênevê bi nav kir û got, “Li cîhanê her kes yekîtiya xwe ava dike. Di vê bingehê de çima yekîtiya Kurdan nebe.  Yê ku her hatiye parçekirin gelê Kurd e, yê ku pêwîstiya wan bi yekîtiyê heye Kurd in.  A rast azadî û bindestiya gelê Kurd, azadiya gelên Rojhilata Navîn û bindestiya gelê Rojhilata Navîn e. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke herêmî û Rojhilata Navîn e.”

‘Stratejiya neteweya demokratîk’

Di mijara çareseriya pirsgirêkên herêmê de jî Ok got, di saziyên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa de cihê Kurdan nîne. Kurd xwe bixwe nem û wiha peyivî, “Desketî, azadî û statuya gelê Kurd bi ewlekarî û bi parastinê  misoger dibe. Bêyî wan azadî û ewlehiya gelê Kurd di tehlûkeyê de ye. Weke Serok Apo gelek caran îfade kiriye, statuya neteweya demokratîk ji bo Rojhilata Navîn hê baştir e. Hemû gel, netewe li ser navê dîn û netewe hevûdu dikujin; difetisînin hevûdu perîşan dikin. Li şûna vê bi neteweya demokratîk  hemû gel dikarin kêfxweş bibin û dikarin hîn zêdetir demokratîk û azad bijîn. Hemû gel di heman astê û pîvanê de di nav demokrasiyê de bijîn. Îro li Başûrê Kurdistanê derfet heye, weke federal konfederal gavên pêş de bavêjin. Dibe ku em hin tiştan rexne dikin û di cih de nabînin, em ne dijî vê ne jî. Ya girîng gelê Kurd li ser axa xwe li ser welatê xwe azad bijî. Ya girîng ji derveyî gelê Kurd bi çandên din û dînên din re bi hevre bijîn. Em dibêjin xweseriya demokratîk statuyeke rast e û hê objektîv e. Bi Kanton ango xweseriya demokratîk re Kurd azad bijîn.”

‘Ev pêvajoyek dîrokî ye’

Ok di dewama axaftina xwe de got, “Ev pêvajoya em tê de, pêvajoyekê dîrokî ye, li Rojhilata Navîn guhertinên pirr bingehîn hene. Ew guhertin bandorê li têkoşîna gelê Kurd jî dike. Rastiya têkoşîna gelê Kurd jî tesîrê li herêmê dike. Divê mirov berjewendiyên neteweya gelê Kurd di ser her tiştî re bigre.” 

ANF/BEHDÎNAN