LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN


Minaqeşeyên li ser civandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi hewldanên KNK´ê yên hevdîtinên bi partiyên siyasî yên Kurdistanî re ji nû ve gurr û geş bûn. Heyeta KNK´ê piştî ku hevdîtinên xwe bi partiyên Başûrê Kurdistanê re bi dawî kirin, niha jî dest bi hevdîtinên bi partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê re dewam dike. Elaqedarî mijarê em bi parlemantera Tevgera Gorran Munire Osman re peyivîn. Osman îşaret bi girîngiya civandina Kongreya Neteweyî kir nexasim jî di peywenda çareserkirina pirsgirêkên cidî yên navmala KUrd û her wiha ji bo pêkanîna armancên neteweyî yên Kurd. Osman her wiha hin hêzên siyasî yên Kurdistanê weke rêgir li ber pêkhatinê pênase kirin û got, divê “biryara şexsî û hizbî ya PDK´ê ya referandûmê”, bi çalakkirina parlemana herêmê, derxistina qanûneke referandûmê û minaqeşekirina wê ya li Kongreya Neteweyî bi beşdariya nûnerên hemû aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê bête rewakirin û manedarkirin. 

Parlemantera Tevgera Gorran bi îhtîmam îşaret bi girîngiya civandina kongreyeke neteweyî û bi beşdariya nûnerên siyasî û civakî yên her çar parçeyên Kurdistanê kir û got, “Pê jî karibin pirsgirêkên navmala xwe minaqeşe bikin û çareser bikin. Li aliyê din jî karibin binirxînin, di vê guherîna berfireh a li parzemînê û herêmê de ka gelo rola Kurdan wê çibe, dikare bibe çi, li ser vê yekê biryarê bidin. Ji ber vê yekê em girîngiyê pê didin ku Kongreya Neteweyî karibe bicive, em jî têde bi wekhevî beşdar bibin ji bo biserxistina wan armancên xwe yên niştimanî ku me di sedsala bihurî de ji bo pêkanîna wan gelek qurbanî dan.” 

Gav kêm û xav in

Munire Osman gavên ji bo civandina Kongreya Neteweyî kêm û xav dibîne û dibêje, “Diyar e hin aliyên siyasî berjewendiyên xwe bi girîngtir dizanin ji doza rewa ya miletê me. Nexasim jî herçî Başûrê Kurdistanê ye, Partî Demokratî Kurdistan (PDK) beşeke mezin a erk û sazûmaniyên hukimraniyê desteser kirine. Û rola wê di wê yekê de heye ku Kongreyê Neteweyî ji bo beşên din ên Kurdistanê jî necive. Bi ya min ev yek ji sedemên sereke ye ku nahêle bi beşdarbûna hemû partiyên siyasî Kongre bicive.” 

Gelo PDK rêgiriyê dike?

Munire Osman li ser dewra PDK´ê û peywendiya kongreyê bi referandûmê re jî wiha dirêjiyê dide gotinên xwe: “Bi ya min, PDK li Başûrê Kurdistanê yek ji wan partiyan e ku rêgir e li pêşiya civandina Kongreya Neteweyî ku di vê demê de gelekî pêwîst e ji bo çareserkirina doza Kurd li herêmê. Herçî meseleya referandûmê ye, PDK´ê banga wê kir. Bi hizra me, biryara referandûmê divê bi guftogoyên li parlemanê bête dayîn. Ji bo wê qanûnek bête derxistin, pê jî tevahiya xelkê Kurdistanê bi kelecan û peroşê ber bi pêvajoya referandûmê ve biçe.” 

Ji bo referandûmê jî Kongreya Neteweyî girîng e

Mijareke din ku Munire Osman îşaret pê dike ew e ku PDK eşkere dike ku referandûm ne ji bo ragihandina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê ye, û wiha dipeyive: “Ji ber vê yekê jî bi ya me, divê ji bo referandûmê li parlemana Kurdistanê pêşî qanûnek derkeve. Lê mixabin çawa tê zanîn, bi hêza çekdarên xwe PDK´ê parleman betal kiribû. Bi ya me, referandûm divê ji bo dewleteke serbixwe ya Kurdistanê be, lê halê hazir PDK eşkere dibêje, ev referandûm ji bo dewleteke Kurd nîne. Maneya vê çi ye, em niha jî nizanin ka piştî referandûmê wê ji bi dest Kurdên Başûrê Kurdistanê ve bêt. Pirsgirêkeke Başûr a pirr mezin bi Iraqê re heye, rewşeke pirr xirab a aborî heye. Ji ber wê jî bi ya me divê tevahiya partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yekhelwêst bin. Piştî vê jî divê hewl bide ku Kongreyeke Neteweyî li gel parçeyên mayî yên Kurdistanê bicivîne. Hingê di nava Kongreyê de biryar li ser bête dayîn, ka gelo rengê referandûmê, serxwebûn û dewletbûn çawa dibe. Ango parçeyên din di çarçoveya vê dewletê de wê çi bin. Gelo ew ê ser bi xwe bin yan nebin; ev jî wê bibe encama minaqeşeyên nav Kongreya Neteweyî. Lê belê gava PDK´yê ya referandûmê ya niha, hizbî û şexsî ye, ne neteweyî ye.”

Ne serokê parlemanê pirsgirêk e, serokê herêmê pirsgirêk e  

Munire Osman pêşniyaza PDK´ê û YNK´ê ya ji bo çalakkirina parlemana herêmê bi bîr xist û got, “Bi rêkeftinê wan pêşniyaz li Tevgera Gorran kir ku serokê Parlemana Kurdistanê Yusif Mihemed bi tenê di yek rûniştina parlemanê de beşdar bibe ku pê qanûna ji bo referandûmê bête derxistin. Paşê jî destê xwe ji kar bikişîne û desteyeke serokatiya parlemanê ya nû bê diyarkirin. Lê belê hem me û hem jî Tevgera Îslamî ev pêşniyaz red kir, lewma Serokê Parlemanê Kurdistanê serokî rewa ye û ti karê wî yê li dijî qanûnan nebûye ku bibe sedem dev ji serokatiyê berde. Bi ya me li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkeke qanûnî ya Serokê Parlemanê nîne, ya serokatiya herêmê heye. Xaleke din jî ew e ku meseleya me ne post û meqam in, em bi wan xizmeta gelê Kurd dikin. Lê dema li ser fişara PDK´ê em serokê parlemanê biguherin, ev ê bête wê maneyê ku her cara kesek bi dilê PDK´ê nebe, ew ê fişaran bike da ku bide guhertin. Ji ber vê yekê jî em ê razî nebin ku dawî li serokatiya rewa ya Yûsiv Mihemed a Parlemana Kurdistanê bête anîn.”