Piştî civîna 3 demjimêran berdewam kir, Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd daxuyaniyek da û ragihand ku, “Biryar hatibû girtin ku, kongreya netewî di 25’ê vê mehê de pêkwere, lê belê ji ber sedema hinek pirsgirêkên siyasî û netemambûna amadekariyan ew nikarin di dema diyarkirî de Kongreya Netewî ya Kurd li darbixînin.”
Ji Komîteya Amadekar lêborîn
Di daxuyaniya komîteya amadekar de hate gotin ku, “Em li ser navê hemû endamên Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ku nûnertiya partî û aliyên siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê dikîn, lêborînê ji gelê Kurdistanê dixwazîn.”
Komîteyê ragihand ku, “Ji aliyekî din ve tekez li ser wê yekê dikîn ku weke Komîteya Amadekar ji bo temam kirina pêwîstiyên sazkirina Kongreyê di demeke guncaw de dê karên xwe berdewam bikîn. Hêvîdarîn ku pirsgirêk û danustandinên siyasiyan bi diyalog û bi girîngî dayîna berjewendiyên bilind ên neteweyî bêne çareser kirin û ev jî ji bo sazkirina kongreyê bingehê xweştir dike.”
Komîteya Amadekar di dawiya daxuyaniya xwe de jî anî ziman ku, ji bo temamkirina pirsgirêkên heyî dê civînên xwe berdewam bikin.
HEWLÊR