Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Ewrûpayê doh û pêr bi beşdarbûna bi sedan delegeyan û mêvanan li Holanda kongreya xwe kir.

kongre li bajarê Venlo bi êr ve çû. Herwiha ji rêxistin û partiyên din jî gelek mêvan beşdarî kongreyê bûn. Kongreyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê û sîrûda Ey Reqîb dest pê kir. Di roja duyem a kongreyê de doh, di serî de peymanên partî û rêxistinan hate xwendin. Herwiha du komîsyon li ser Efrînê û dagirkirina Efrînê hatin destnîşan kirin. Piştî nîvrojê jî di kongreyê karên rêxistinî hatin nîqaşkirin.

Endamê Desteya Konseya Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Ebdulrehman Hacî Ehmedî ku yek ji mêvanên kongreyê bû têkildarî kongreyê ji me re axivî û got; "Ev kongre di demeke hestyar de pêk tê ku Kurdan destketiyên herî mezin bi dest xistine, di şerê li dijî DAIŞ'ê de. Ev jî şerekî li dijî neyarên mirovahiyê bû. Di şerî de 11 hezar şehîd me dan. Mafê me ye di van rojan de gelek bi şanaziya mezin pîrozbahiyê bikin. Heger serketina PYD, YPG û YPJ'ê nebûya li hemberî DAIŞ'ê, niha wê nîvî zêdetir ê axa Sûriye û Iraqê ji aliyê DAIŞ'ê ve dagirkirî bûya. Niha Kurd bi ser ketin. Ev cejn ji bo gelê Kurd û hemû gelên demokrasî û alîgirên mafên mirovan in gelek mezin e. Divê gelê me sedema serketin û encama vê serketinê baş şîrove bikin. Ji ber ku serketineke dîrokî ye."

 

VENLO