Rêxistina Jinan a PYD'ê ya Swêdê, 1. kongreya xwe bi dirûşma "Bi pêşengiya jina azad neteweya demokratîk wê ava bibe" pêk anî. Kongre li bajarê Vestras ê Swêdê hat li darxistin.

Bi dehan jinên ji gelek bajarên cuda yên Swêdê, li ser berfirehkirina xebatên xwe yên li Ewrûpayê nîqaş kirin. Piştî peyaman û xwendina rapora xebatê, Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah bi telefonê tevlî kongreyê bû û kongre pîroz kir. Piştî axaftina Asya Abdullah, li ser navê jinan Zozan Dêrik axivî. Dêrik bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyina jinan li Ewrûpayê.

Zozan Dêrik got, êdî erka jina Kurd zelal e, ji hêla hemû cîhanê ve tê dîtin û wiha dewam kir: "Çavkanî û xwediyê hêza me ya jinan, Rêber APO ye, em xwe di bin felsefe û ramanên rêber APO de birêxistin dikin. Lewma jî em her tim dibêjîn û em ê bibêjin, azadiya rêber APO, azadiya me jinan e." 

 

STOCKHOLM