Tevgera me stratejiyek daniye da ku rê li ber koçberkirina ji Kurdistanê bigire. Her wiha wê bi hemû rêbazên demokratîk kar bike da ku kesên koçber bûne li warê xwe vegerin.
3’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê, bi hilbijartina 64 endaman û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.
TEV-DEM a ku ji bo civaka exlaqî û polîtîk xurt bike roja 16’ê Çileyê 2011’an ava bû, pêr kongreya xwe ya 3. li dar xist. Kongre li bajarê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê bi şîara ‘Bi civaka rêxistinî û azad em ê serketinê misoger bikin’ bi beşdarbûna 500 delegeyî ji tevahî partî, sazî, rêxistin û kesayetên serbixwe hate lidarxistin. Kongre bi hilbijartina 64 endam û xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.
Hevserokên nû yên Konseya Rêveber a TEV-DEM‘ê jî hatin hilbijartin ku ew jî Zelal Ceger û Xerîb Hiso ne. Herdu jî di kongreyê de axivîn û wan soz da ku ew ê ji bo pêkanîna armancên tevgerê têbikoşin.
Têkoşîn ta serketinê wê dewam bike
Hevserokan, di axaftinên xwe de got, “Şoreş hê bi dawî nebûye, em di qonaxekê de ne, pêwîstî bi xebateke mezintir heye, em rewşa Efrîn ji bîr nekin. Wekî TEV-DEM‘ê ji bo rizgarkirina Efrînê, divê em bi hemû hêza xwe bixebitin. Em ê têkoşîna xwe ta serketinê dewam bikin.”
Herçî encamnameya Kongreya Sêyemîn a TEV-DEM‘ê ye, Berdevkê Têkiliyên Doplomasî yên TEV-DEM‘ê, Kemal Akif ew xwend.
Encamnameya Kongreyê
Di encamnameya kongreyê de biryarên rizgarkirina Efrîn û lidarxistina Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê derketin pêş.
Di encamnameyê de şîara kongreyê ‘Bi civaka rêxisitinkirî û azad em ê serkeftinê misoger bikin’ hat bi bîr xistin û hat gotin, “Beşdarên kongreyê piştgiriya xwe bi têkoşîna tevgera me ya di vê pêvajoya hestiryar de ku Sûriye û Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, nîşan da, her wiha siyaset û helwêsta durist a tevgera me der bare çareserkirina aloziya Sûriyeyê û peydakirina çareseriya demokratîk û adil ji bo doza Kurd li Sûriyeyê erênî nirxandin.”
Xeta sêyemîn ji bo çareseriyê
Encamnameyê got, beşdaran rêyan sêyem a TEV-DEM´ê bi başî nirxandiye: “Hemû beşdaran nêrîna me ya der barê çareserkirina aloziya Sûriyeyê û tevahî Rojhilata Navîn de bi nêrîna herî baş û durist destnîşan kir. Me xeta sêyemîn hilbijart, ev xet jî xwe dispêre projeyekeSûrî demokratîk ku hêviyên hemû pêkhateyên gel pêk tîne, modêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk delîlê vê yekê ye.
Beşdaran her wiha teqezî li ser girîngiya xwe birêxistinkirinê anîn ziman. Qada sêyemîn yan jî qada civaka sivîl teqezî li ser têkoşîna ji bo pêkanîna nirx û fikrên civakî û xebatên dildarî û xêrxwazî, parastina mafên hemû beşên civakî û avakirina bingehên sîstema demokratîk, dike.”
Stratejiya li dijî koçberkirina ji Kurdistanê
Encamnameyê diyar kir ku bi biryarên hatine girtin rola pêşeng a jin û ciwanan hatiye çespandin û bi girîngî îşaret bi wê yekê kir ku wan stratejiyek diyar kiriye ji bo ku pêşiyê li koçberiya ji Kurdistanê bigirin: “Tevgera me stratejiyek daniye da ku rê li ber koçberkirina ji Kurdistanê bigire, ku ev koçberkirin xeteriyeke mezin li ser hemû pêkhateyên Mezopotamyayê û gelê Kurd bi taybet çêdike. Her wiha wê bi hemû rêbazên demokratîk kar bike da ku kesên koçber bûne li warê xwe vegerin.”
Encamnameyê di dawiyê de jî girîngiya Kongreya Neteweyî bi van gotinan îfade kir: “Kongre careke din girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê û yekrêziya gelê Kurd li Rojava û dûrxistina nakokiyan dûbare kir, her wiha têkoşîna ji bo pêkanîna biryarên Kongreya Rizgarkirina Efrînê destnîşan kir.”
RIMÊLAN
Li ser bingeha zîhniyeta neteweya demokratîk
BÊRÎTAN SARYA / AXÎ TOLHILDAN / ANHA / RIMÊLAN
Zelal Ceger di kongreya 3´yan a TEV-DEM´ê de pêr weke Hevseroka Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê hate hilbijartin tevî Xerîb Hiso. Wê behsa rol û mîsyona TEV-DEM’ê ya heta niha û guhertina mîsyona wê kir.
Hevserok Ceger diyar kir ku bi serketina Şoreşa Rojava û asta rêxistinbûnê re, divê mîsyona TEV-DEM’ê êdî cuda bê nirxandin û got, “Em êdî TEV-DEM’ê, weke çavkaniya mirovên ku li ser bingeha zîhniyeta neteweya demokratîk hatine perwerdekirin, dibînin. Em ê van mirovên xwe weke nûnerên xwe yên ji reveberî û saziyên xweseriya demokratîk, ji MSD’ê re bişînin.”
Çavkanî û bingeh ji bo Rojava
Zelal Ceger da xuyakirin ku TEV-DEM li dijî desthilatdarî û sîstemên dewletparêz, çavkaniya avakirina sîstema neteweya demokratîk, yan jî sîstema nû ye û got, “Kar ji bo vê yekê hate kirin.”
Ceger li ser girîngiya TEV-DEM´ê ya civakî jî wiha peyivî: “Li Rojavayê Kurdistanê karekî gelekî girîng hate kirin. Gelê me li ser bingeha neteweya demokratîk hate perwerdekirin. Lewma roleke mezin bi cih hate anîn. Ya rast, mirov dikare bibêje ku TEV-DEM bingeha hemû saziyên li Rojavayê Kurdistanê ye. Lê di heman demê de li Bakurê Sûriyeyê jî bi roleke girîng rabû. TEV-DEM li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê rêxistinbûneke sîwanî ya partiyan û gelan bû. Li ser vê bingehê kar kir û bi rola xwe rabû.”
Rol û mîsyona nû ya TEV-DEM´ê
Zelal Ceger diyar kir, bi kongreya 3´yan a TEV-DEM’ê re mîsyon guheriye û got, “Asta têkoşîna me, asta serketî ya şoreşa me, hêza ku me ava kiriye, rêxistinbûna ku me afirandiye, kir ku em mîsyona TEV-DEM’ê êdî bi rengekî cuda binirxînin. Em TEV-DEM’ê êdî weke çavkaniya mirovên li ser bingeha zîhniyeta neteweya demokratîk tên perwerdekirin, dibînin. Em ê van mirovên xwe weke nûnerên xwe bişînin ji sazî û rêveberiyên xweseriya demokratîk, ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD).
Li gorî hevpeymana me ku me li kongreya xwe xwed û pejirand, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê wê karibin cihê xwe di bin sîwana TEV-DEM’ê de bigirin. Bi vê yekê re em dixwazin saziyên xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin û li ser bingeha zîhniyeta neteweya demokratîk bêhtir perwerde bikin. Em ê Akademiyên Civaka Demokratîk ên heyî bi vî rengî binirxînin. Em ê vê wezîfeya xwe bi rêya akademiyên xwe bi cih bînin.“