Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kongreya xwe ya yekê pêk anî û di kongreyê de Hevserokên Meclîsê û endamên meclîsê hilbijart. Kongreyê 21’ê Mijdarê destpê kir û 24’ê Mijdarê bi dawî bû. 320 delge beşdarî kongreyê bûn. Di kongreya çar rojî de hin mijarên girîng yên mîna Hevpeymana Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargehê û pêşnûmebiryar û plansaziyên saziyên wargehê hemû hatin xwendin, hatin nîqaşkirin û bi dengdanê hatin erêkirin.

Her wiha Hecî Kaçan û Xatûn Babat weke hevserokên nû yên Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinê endamên meclisê (32 kes) sond xwarin.

Axaftina girtinê ya kongreye ji aliye Hevserokê nû yê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan ve hat kirin.

 

MEXMÛR/ROJNEWS