Li Swêdê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd kongreyên xwe pêk tînin. Bi dirûşma “Em berxwedanên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Hezexê silav dikin” li bajarên Gavleborg, Dalarna, Orebro û Soderhamnê kongre hatin lidarrxistin.
Delegeyên kongreyan rexnedayîna xwe dan, her wiha ji aliyê fêmnekirina girîngiya berxwedana li Bakurê Kurdistanê û nedayîna desteka têrker, bal kişandin ser kêmasiyên xwe. Li dû xwendina raporên xebat û aboriyê, delegeyan dest bi nîqaşê kirin, pêşniyar û rexneyên xwe pêşkêş kirin.
Ji bo Hevserokatiya NCDK a Dalarna Perîhan Karataş û Îdrîs Aylik, ji bo Hevserokatiya NCDK a Orebro Mufîde Rojhilat û Ridvan Altûn, ji bo Hevserokatiya NCDK a Gavleborgê Cazya Alma û Abdullah Kaya û ji bo Hevserokatiya NCDK a Soderhamnê jî Şehnaz Aldûr û Enver Engîn hatin hilbijartin.
Li eyaleta Bregenz a Awûstûryayê jî, Kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Gotsîzê li hev civiyan û kongreya xwe ya 3. a komunê lidar xistin.
Kongreya ku Hevserokê FEY-KOM’ê Ozgur Taş jî lê amade bû, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre xebatên salekê hatin nirxandin. Di kongreyê de nameya Berjîn Demîrkaya ya li Cizîrê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd ket, hat xwendin. Piştî nirxandinê, rêveberiya nû ya komunê hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiya komunê jî Alî Erzûrûm û Hulya Dêrsimî hatin hilbijartin.
STOCKHOLM/BREGENZ