BERLÎN: Navenda civaka demokratîk a Berlînê NAVDEM kongra xwe ya asayî li dar xist. Li dû xwendina raporan nirxandin û niqaş hatin kirin. Piştî erêkirina raporan jî ji bo serdema nû ya NAVDEM ê hilbijartin hatin kirin.   Di encama hilbijartinê de nûnera meclîsa jinan DESTDAN ê Aslîhan Sûzer Çîçek û Alî Beyaz wek hevserokên NAVDEM Berlînê hatin hilbijartin. Herwisa 12 komîsyonên wek dad û lihevkirin, malbatên şehîdan, karên derve û ya çapameniyê jî hatin hilbijartin di nav komîsyonan de bi giştî wê 124 kes kar bikin.

BENSHEÎM: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Bensheîm ê Elmanyayê 2. Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Endamên NCDK’ê yên nû hatin hilbijartin diyar kirin ku di pêvajoya nû de wê peywira xwe bînin cih.Ji bo hevserokatiya NCKD’ê Ayne Yalçin û Abdulkahîr Arslan hatin hilbijartin. ASCHAFFENBÛRG: Li bajarê Aschaffenbûrg ê Almanyayê jî NCDK’ê 2. Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Gelek delege beşdar bûn û meclîseke ji 41 kesî pêk dihat, hat avakirin.  Biryar hat girtin ku hevserok jî di civînek din de bên diyarkirin. 

STUTTGART: Li bajarê Elmanya Stuttgartê,Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 4. Kongreya xwe ya asayî pêk anî. Kongre piştî axaftin û xwendina peyaman, bi xwendina rapora xebatên salakê a giştî û aborî ji aliyê rêvebirê meclîsê ê berê Alî Almiş ve hate xwendin berdewam kir. Piştî xwendin û nirxandinê li ser raporan, beşa hilbijartinê pêk hat.Di hilbijartinan de, meclîseke di navde donzdeh komisyon û ji 68 kesan pêk hat. 

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya a Fransayê jî kongreya NCDK’ê pêk hat û 400 delege beşdar bûn. Piştî axaftinan rapora xebatê ya salekê hat xwendin. Di kongreyê de 66 endamên NCDK’ê hatin hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê jî Sevgî Yavaş û Yilmaz Açikyuz hat hilbijartin.

VÎLLÎER LE BEL: Gelek kes beşdarî kongreya ku li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a banliyo Villiers le Bel a Parîsê pêk hatin bûn. Rapora dema buhrî hat xwendin û meclîseke ji 57 kesî pêk dihat, hat hilbijartin û ji bo hevserokatiyê jî Saniye Ayik û Suleyman Çakmak hatin hilbijartin. Komîsyonên rêxistinbûn, çand, bawerî, têkiliyên derve, ziman, ciwan, aştî û lihevkirinê hatin hilbijartin. 

NORMANDIYA: Li Normandiya Fransayê jî  NCDK’ê kongreya xwe ya 2. pêk anî. Kongre bi beşdarbûna 150 kesî û rêzgirtinê dest pê kir. Ji bo hevserokatiyê Mehmet Şah Karataş û Elîf Yolcu hatin hilbijartin. Meclîsek ji 57 kesî hat avakirin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN