Li banliyoyên Vîllîers le Bel û Evry ên paytexta Fransa Parîsê meclîsên gel, li bajarên Kleve û Aûrîch ên Elmanyayê û li Viyanayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe lidar xistin. Li Hanau jî Meclîsa Jinê ya Nûjîn 2. Kongreya xwe pêk anî. 

VÎLLÎERS LE BEL: Meclîsa Gel a NCDK a li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê, kongreya xwe ya çaremîn bi beşdariya 400 delegeyî pêk anî. Nûnerê KNK’ê Akîf Yaşar li vir axivî û bal kişand ser girîngiya meclîsa gel û  işaret bi referandûma 16’ê Nîsanê jî kir û anî ziman, ew ê hişmendî, coş û kelecana Newrozê derbasî ser sindoqan bikin û ji bo dayîna dengê ‘NA’ bang kir.  Di kongreyê de piştî nirxandina karê salekê meclîsa nû ya ji 53 kesa hat hilbijartin. Saniye Ayik û Dogan Kahraman jî weke Hevserok hatin hilbijartin.

EVRY: Li banliyoya Evry jî kongreya çaremîn a meclîsa gel bi beşdariya bi sedan delegeyî hate lidarxistin. Di kongreyê de tevî meclîsa nû ya ji 59 kesan, Aysel Ozadanir û Vehbî Yuksel bûn hevserok.

KLEVE: Kongreya NCDK a li bajarê Kleve-Emmerîchê bi beşdariya 200 endam û mêvanan pêk hat. Piştî nirxandina rewşa siyasî û raporên li ser karê salekê, meclîsa ji 47 kesan a ji 7 komîsyonan pêk tê hat hilbijartin. M. Şafî Dag û Hanîfe Kozik bûn hevserok.

AÛRÎCH: Li bajarê Aûrîch ê eyaleta Nîedersachsen a Elmanyayê jî Meclîsa Gel kongreya xw epêk anî. Li ser navê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer aixvî û destnîşan kir, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hêviya azadiyê ya gelên bindest e.”  Li dû xwendina raporên kar, 11 komîsyon û meclîsa ji 51 kesî hatin hilbijartin. Fatma Saka û Faysel Saka bûn hevserokê meclîsê. Di kongreyê de biryar hat girtin ku Komeleya Navenda Civakê bê vekirin û ji bo vê komîsyonek hat avakirin.

VIYANA: Kongreya NCDK a li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi beşdariya 400 delegeyî pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer axivî. Piştre rapora karê salekê hat xwendin. Di kongreyê de jina Kurd Nîna a li Viyanayê dijî, weke endama rûmetê hat hilbijartin. Dûre hevserok û komîsyonên NCDK hatin hilbijartin.

MANNHEIM: Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd 4. Kongreya xwe lidar xist. Bi munasebeta Hefteya Lehengiyê kongra ji bo bîranîna cangoriyên Hefteya Qehremaniyê hate diyar kirin. AGIF, ATIF, ADHK, HDK Mannheim, DIE LINKE peyamên pîrozbahiyê ji kongreyê re şandin. Di encama hilbijartina pêk hat de mîna hevserok Gule Kisacik û Cano Yildiz hatin hilbijartin. 

MARSÎLYA: Li Marsîlya a Fransayê Meclîsa jinê ya Arîn Mîrkan 3. kongreya xwe lidar xist. Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya 100 delegeyî pêk hat. Piştî nirxandina pêvajoya siyasî û xabatên salê plansazî û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de 7 komîsyon hatin ava kirin. Her wiha Arzû Kara, Jale Yurtsever û Guneş Polat mîna berdevkên meclîsê hatin diyar kirin. 

HANAU: Li Hanau a eyelata Hesenê Meclîsa Jinê Nûjîn 2. kongreya xwe lidar xist. Di axaftinên hatin kirin de bal hat kişandin ku tevî saleke hatiye sazkirin jî Meclîsa Jinê ya Nûjîn ji aliyê saziyên herêmê ve bi fermî tê naskirin. Her wiha plansaziya salê hate amade kirin û biryara bi lezgîn meşandina xebatên referandûmê û kampanyaya ‚NA‘ hate standin.Di nava hilbijartiyan de Faîze Altik, Rûken Karakoç û Gulê Şahbaz weke berdevk hatin diyar kirin. 



 NAVENDA NÛÇEYAN