Bi destê partiya karê qirêj ÎPê reșkirin, yan jî di vê bangașiya bi qirêj meșandinê de, mirov dikane berê her tiștî pirseke wiha bike: “Çima sêzdeh sal sekinîn û di vê demê de dest bi kampanya reșkirinê kirin? Pirsa bingehîn ev e.

Di salên nodî de carê nîqașeke me bi Profesoreke politolog ê alman re çê bûbû, wî ji me re gotibû: “Partiya Karkerên Vietnamê jî li Ewropayê hate demezirandin, tiliya me Ewropiyan di nava wê de jî hebû, lê PKK e li Kurdistanê hate demezirandin, tu kontroleke me li ser tune, wek tevgera Selhadînê Eyubî bi carê ve derket pêș me. Her çendî dewleta Tirk ewqas alîkarî jî ji me distîne, nikane vê bide rawestandin, forma birêkxistina wê ne li gor têgihîștina me ye, ev jî me ditirsîne.”
Ew komploya çardeh sal berê di rastiya vê șiroveyê de veșartiye, her wiha ev kampanya reșkirin û bê îtîbarkirinê jî.
Konsept yan jî proja ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn ji zû ve di rojevê de ye, dema xwestin wê konseptê daxin qada jiyanê, wek gava yekem hêzên dînamîk ên ne di bin kontrola wan de û projeyên hêviyê dida gelên Rojhilata Navîn ya têkbirin, yan melûlkirin û yan jî girtina bin kontrolê bû. Li Rojhilata Navîn tevgera herî dînamîk ya hêza xwe ji gel digirt Tevgera Azadî bû û ev hêz ne di bin kontrola DYA û NATO'yê de bû. Wan ew komploya li dij birêz Ocalan bi vê armacê pêkanîn.
Di kêliya komplogeran hêvî dikir ku bi vê komployê bi ser ketine de Tevgera Azadî bi vizyon, pêngav û dijkonseptên nû komplo bi giranî vala derxist, tekoșîn gihand pîleyeke herî berz, hemû planên vê koalisyona îslamîstan ser û bin kir. Bi pêngava çareserî û agirbestê jî valabûn, bê vîzyonbûn, bê kapasîtebûna wan derxist qada rastiyê.  
Dewleta sosret û fermandarên wê ji bo têkbirina Tevgera Azadî ev koalisyona  îslamîstan anîbûn ser kar, dema di șer de serneketin, hêvîkirin ku di bin konsepta çareseriyê de têk bibin, li bakur nebû, xwestin li ser qada Suriyê bi destên çeteyên îslamîst biserbikevin, lê li wir jî têkçûn. Li Rojava biserketina YPGê, projeya bi destên îslamîstên siyasî dizaynkirina Rojhilata Navîn bi alternatîfa sêyemîn re kete xeterê. Pêșketinên li Misir û Sûriyê  DYA  û YE'ê tirsand. AKP dijê qrediya wergirtibû tevgeriya, lema DYA'yê jî Cemaata hevbendê koalisyonê ji bo guhertinê bikaranî, lê ew jî nebû. Ji wê cardin netewperest, Ergenekonî û derdorên tarî xistin nava tevgerê, ew jî bi serneketin, lema xwestin Tevgera Azadî jî bikișînin aliyê xwe, gava ev pêk nehat jî, kampanya reșkirinê dest pê kir.
Hin kolomnistan ev dîtin, mînak Yildirim Turker vê rastiyê wiha șirove dike:
"Tevgera siyasî a gelê Kurd bi awayekî têgîhîștî helwesteke li ser hesabkirina ayendeya xwe nîșan dide, ev bi tu kesî xweș nayê. Koroya kesên ku wek dema hemû șeran niha jî “Memoyê Kurd derkeve nobetê!” dibêjin, kirinên ku Kurd dikanin bikin û nikanin bikin jî wek sûçekî dibînin…”
Di cenevre II. de xwestin bigihîjin encamekê û xwerû bi wê pêșî li rêya sêyemîn bigirin, konsepta bê statûhîștina Kurdan bidomînin, di wê xalê de wek bersiv li Rojava Xweserî hate îlankirin û Cenevre II bê encam ma. Li pey ger û geștên Erdogan wer xuyaye, bi kêmamasî YE demeke din qredî daye Erdogan, belkî ji bo vê egera pêșketinên li Rojava jî. Ev tev de bingehên vê qampanya qirêj in.
Ev reșkirin ev bangașiya qirêj bi zanistî bi destê ÎP a parekê hêzên tari ye, hatiye kirin (lewra dixwezin têkiliya derdorên demoqrat jî qut bikin). Birêz Yildiray Ogur bi mafdarî pirseke wiha dike:  “Baș e, ev kasetana ta niha li ku bûn, kî li pey roja ku Ocalan ji bo 17 hê Kanûnê “darbe” got, da ÎP ê, daku ew wî li pêș birekxistiniya wî reș û bê îtîbar bikin?”
Bi gotineke kurt; yek hedefekê dewleta Tirk, fermandêrên wê, per û baskên wê, hêzên wê yên tarî û li ber çav heye, ev jî; hêz û birêkxistiniya Kurdan ji hev xistin e. Gava hêz û bîzav têkçûn, gotinên herî xweş û redîkal jî pere nake. Divê mirov di çarçoveye vê rastiyê de li vê berdewamiya komployê binêre.
Li gel vê rastiyê, ji bo gel, bawerî û neteweyekê, kareseta herî mezin ne tenê ew e ku dîroka wî/ê bi destê dijminê wî/ê were nivisandin, ya hê ji wê jî mezintir û xetertir ew e ku rojeva wî/ê bi destê dijminê wî/ê were tespîtkirin û birêve birine. Ev dikane wî gelî li hev têke dijmin û ji hev bixe. Erkê şerê taybetî û saziyên wî şerî bi rê ve dibin jî ev e.
Bi hêviya ku mirov bikane vê têbigihîjin.