Ji bo xurtkirina dostaniya Kurd û Fransiyan ya di aliye çand û ziman mûzîkê de duh li Hewlêrê konserek bi hevkariya hûnermendên Kurd û Fransî ve hate dayîn. Konser li Salona Gel, ji aliyê hunermendên Fransî Juliette Kapla, Simon Demouveaux û hûnermendên Kurd Hêdî Cebar û Dilêr Husên ve hate dayîn. Di konserê de stran bi herdû zimanan hatin gotin. Di konserê de tişta balkêş ew bû kû hûnermend Kapla û Cebar bê ciyewazî bi herdû zimanan stran gotin. Stranên Kurdî bi herdû zaravayên Kurmancî û Soranî bûn. Hemû stranên kû ji aliye Kapla û Cebar ve hatin gotin, stranên Kurdan û Fransîyan yên gelêrî bûn. Konser bi strana hunermenda binav û deng Eyşe Şan’ê, ‘zimane Kurdî zimane meye’ va bidawî bû.
Konsera yekemin li bajarê Silêmaniyê yê hatibû dayîn û ev jî konsera duwemîn bû. 

DÎHA/HEWLÊR