Li bajarê Rojhilata Kurdidtanê, Mehabadê, konsêra hunermendê Kurd Ebdullah Mamlê hat betalkirin.

Pêr bi şev biryar hatibû dayîn hunermendê Kurd Ebdullah Mamlê, ku kurê hunermendê wefatkirî Mihemed Mamlê ye, li Mehabadê konsêrekê bide lê bêyî ku sebeba wê were ragihandin, konsêr hat betalkirin. Li gorî agahiyan, hikûmeta Îranê destûr dabû wê konsêrê lê dîsa jî konsêr hat betalkirin. Heta niha nayê zanîn konsêr ji ber çi û ji aliyê kîjan saziya dewleta Îranê ve hatiye betalkirin. 


 MEHABAD