
Hatibû plankirin ku hunermendê Kurd ê bi nav û deng Şehram Nazirî li Tewrêzê konserê bide lê belê konser hate astengkirin. Hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ku konser betal kirin weke hincet jî sitrana xwe “Ez Kirmanşanî me ne Farisî me" nîşandan.
Ligorî zanyarî û agahiyên ku di malper û ajansên nûçeyan de hatibûn belav kirin. Dihat payin 17 Îlonê konsêre mezin a hunermendê Kurd Şehram Nazirî li bajarê Tewrêz bihata saz kirin. Tevî ku bilêtên konsêrtê hatibûn firoştin jî dezgehên Ewlekariya Îranê qedexe danîn ser konserê.
Tê zanîn ku Dezgehên Ewlekariya Îranê gelek caran jiber hestên netewî yên Hunermendên Kurd rêgiriyê li çalakî û konsêrtên wan dike, wek berî çend rojan konsera Elî Ekber Muradî jî hatibû asteng kirin.
TAHRAN