Bi dehan hunermendên Yekitiya Hunermendên Demokrat, ji bo piştgiriya gelê Şengalê ku bi êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê re rû bi rû ne û hemwelatiyên Rojava konserek bi heybet li dar xist. Bi hezaran hemwelatiyên di nav de Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle jî heyî, Kurdên Êzîdî yên ku ji Şengalê hatine Amedê, li Qada Şêx Seîd a Derî Çiyê ya Amedê hatin ba hev. Konser bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û hêjmar her ku çû zêdetir bû. Li ser navê hunermendan, Farqîn derket ser dikê û axaftina vekirinê kir. Farqîn, destnîşan kir ku ew ji bo xwedîlêderketina Şengal û Rojava hatine ba hev. Farqîn, diyar kir ku êzidiyên ku hatine Amedê bila baş bizanibin ku ev der axa wan e û ne mêvan in. Farqîn, di dawiya axaftina de jî kes û dewletên ku alikariya çeteyên DAIŞ’ê şermezar kir.


´Êzîdî ne mêvan in´
Pişt re Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Hatîp Dîcle mafê axaftinê girt û diyar kir ku dewletên ku sed sal beriya niha êrîşî Kurdan dikirin, îro jî heman êrîşan didomînin. Dîcle, destnîşan kir ku îro bi destê çeteyên DAIŞ’ê ev êrîş li hemberî gelê kurd tên meşandin û wiha pêde çû: “Tu demê vîna gelê kurd nayê şikandin. Hûnê bibînin ku ev êrişên çeteyan wê li Kurdistanê bên şikandin.” Piştî axaftinê beşdervanên konserê bi yek dengî dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” û “Dê Kurdistan ji DAIŞ‘ê re bibe goristan” berz kirin. Hunermendên ku derketin ser dikê sitranên berxwedanê û ji bo Rojava û Şengalê sitran.

Kobanê silav kirin
Hunermendên navdar ên wek Necmedîn Xulamî, Suavî, Ferhat Tunç, Dengbêj Elî Qerejdaxî, Pinar Aydinlar, Hozan Diyar, Mehmet Atli, Beytocan, Xanemîr û Hesen Şerîf li ser dikê stranek gotin. Di navberê de jî sînevîzyonek ku ji gelek hunermendên cur bi cur ji bo alikariya Şengalê hatiye amadekirin hat nîşandan. Her wiha li qadê ji bo alikariya Şengal û Rojava bilêt hatin firotin û wêneyên ku li Şengalê hatine kişandin jî ji bo xwedîlêderketinê hatin firotin. Hunermendên ku derketin ser dikê beriya strana xwe bibêjin, li ser rewşa Kurdên Êzîdî yên Şengal û Kobanê ku ev bi rojane di bin êrîşên çeteyan de ber xwe dide axivîn. Gelek hunermend jî bi cilên gelêrî derketin ser dikê. Konsera ku bi dehan hunermendên cur bi cur beşdar bûn heya derengiya şevê dewam kir.

DIHA/AMED