Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) dawiya hefteyê kongreya xwe ya 20. lidar dixe. Di kongreyê de wê Konseya Civaka Kurd a Demokratîk bê îlankirin. Hevserokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç bang li hemû rêveberên sazî û yekîneyên ser bi federasyonê kir ku beşdarî kongreyê bibin.

Guhertina di nava tevgera Kurd a li Ewropayê de destpê kir, dewam dike. Li Almanyayê ku Kurdên li Ewropayê herî zêde lê dijî, ev xebat ev demeke dirêj e bi hemû leza xwe dewam dike. Li dû kongreyên Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ku ev 3 meh in li herêmê tên kirin, di 21-22'ê Hezîranê de wê bi kongreya Konseya Civaka Kurd a Demokratîk ev buhertin bi encam bibe.
Kongre wê li Mega Star Eventhalle ya bajarê Dortmundê pêk were û tê payîn ku ji gelemperiya welêt nêzî hezar delege beşdar bibin.

Banga tevgera çalak

Hevserokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç ji hemû rêveberên saziyan xwest ku beşdarî kongreyê bibin û ev bang kir: "Ev kongre wê di heman demê de bibe kongreya guherîn û veguherîne. Di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de, di serî de jin û ciwan hemû komên cuda û baweriyan wê di çarçoveya berjewendiyên xwe de birêxistin bibin û vînên xwe yên cewherî bikin yek. Ji bo vê yekê, ji bo kongreya 22'ê Hezîranê hemû Navendên Civaka Kurd a Demokratîk, Mizgeft, Mala Cem û Malên Êzidiyan, kulûbên sporê, saziyên xizmên windahî û girtiyan, saziyên çandê û kesayetên Kurd ên li saziyên cuda wezîfeyê dikin, vexwendî ne. Ev kongreya guhertinê ye. Ji ber vê yekê divê hemû beşên civakê bên temsîlkirin. 

DUSSELDORF