
Ciwanên Kurd ên li Parîs û Marsîlyayê, ji bo polîtîkayên dewleta Elman ên krîmînalîzekirina Kurdan şermezar bikin, alaya PKK’ê bi Konsolosxaneyên Elman ve kir.
Li bajarê Marsîlya ciwanên Kurd alaya PKK’ê bi devê deriyê derve yê Konsolosxaneya Elman ve kir û hewldanên dewleta Elman ên ji bo krîmînalîzekirina tevgera azadiyê ya Kurd protesto kirin. Bi heman armancê li paytext Parîsê jî çalakiyek hate lidarxistin. Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad û PKK’ê bi Sefaretxaneya Bilind a Komara Federal a Elmanyayê ve daliqandin.
Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, roja 2’ê Adara 2017’an fermannameyek ji eyaletan re şandibû û xwestibû, gelek alên sazî û partiyên Kurdan bên qedexekirin, ku di nava van de alên YPG, YPG, YPJ, PJAK, Komalên Ciwan/Jinên Ciwan ên Azad, YXK/JXK û NAV-DEM jî hene.
PARÎS / MARSÎLYA