
Provokasyon li dar in
Kûrkçû diyar kir ku eger ew li bandora civîna dawî ya Desteya Ewlekariya Milî ya Tirk temaşe bikin, diyare ku destwerdaneke xurt a artêşê di rojevê de ye û bibîr xist ku li her cihê artêş bikeve dewrê, kontrgerîla jî lê tevdigere. Kurkçu anî ziman ku ji ber vê yekê, êrîşa niha ya weke êrîşeke yekane tê dîtin, dibe ku destpêka rêze êrîşên kontra be û rêze kuştinên bi kuştina Rahîp Santoro destpê kir, mînak nîşan da. Kurkçu got, “Her çend ev hemû weke bûyerên ji aliyê kesekî hêrsbûyî ve hatiye kirin bê nîşandan jî, dema mirov hemûyan bi hev re dinirxînin, tê dîtin ku li piştperdeya vê navendeke kontra heye.”
Hikûmeta AKP berpirsiyar e
Kûrkçû diyar kir ku daxuyaniya Davûtoglû ya “Me ti kes sor nekir” rast nîne û destnîşan kir ku ji encamên derketine holê Davûtoglû di heman astê de berpirsyare e. Kurkçu got, “Li Serokkomarekî bifikirin ku dikare bêje, ‘Eger sebra me bifûre, tiştên biqewimin ti carî nayê bîra we’. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel jî bibîr xist ku HDP di demên dawî de ji aliyê hikûmetê ve yekser hedef hatiye nîşandan. Tûncel wihagot, “Bi taybetî di demên dawî de bi pêşengiya serokwezîr û serokkomar li hemberî partiya me kampanyayeke lînçê tê meşandin. Zexta hikûmetê ya li partiya me û peyamên wê ji bo nîjadperestên xwe, rewş bêtir aloz kiriye. Zimanê nefretê û sûcdariyên li partiya me tên kirin, bingeh ji vê êrîşê re amade kiriye. Lewma hikûmet ne bûye sedema vê êrîşê, mejiyê rê li ber vê êrîşê vekiriye bi xwe hikûmet e. Ev rewşeke bê qebûlkirin nîne.” Tûncel bibîr xist ku ji bilî pêşvebirina pêvajoya muzakereyê ti alternatîfa hikûmetê nîne û got, “Divê hikûmet tavilê gavan biavêje.”
ANF/STENBOL