Li gorî çavkaniyên ji herêmê, li gundên Sepançe, Mewane, Nanas, Qedo, Derbend û Berdeser ê ser bi Ûrmiyeyê, yekîneyên kontra yên dewleta Îranê digerin.
Diyar bû ku endamên van yekîneyên kontra cil û bergên gerîla li xwe kirine, zextê li gel dikin û bi zorê pereyan ji wan distînin.
23’ê Gulanê di şerê li Urmiyeyê de hatibû ragihandin ku 3 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. 28’ê Gulanê jî ajansên Îranê îdîa kiribûn ku di şerekî de serdarek û 2 pastar hatine kuştin û 8 pastar jî birîndar bûne.
Piştî vê, Fermandarê Mihafizên Sînor ê Midûriyeta Giştî ya Polêsê Îranê General Qasim Rizayî gotibû, “Em ji bûyerê Tirkiyeyê berpirs dibîbinin” û vê jî guman çêkiribû ku li ser xeta sînor, Tirkiye di nav hin xebatên provakatîf de ye.
ANF/URMIYE