Di beyannameya BDP'ê ya hilbijartinê de bi gotina, "Li ser esasê biryara vegera gundan ji bo ji nû ve avakirina gundên me yên bi darê zorê hatin valakirin, li ser bingeha pêdiviyên jêresazî, xanî, jiyana civakî wê tevayî tevkarî bê kirin" piştevaniya ji biryara KCD'ê re hat nîşandan. KCD'ê di encama "Konferansa Vegera Gundan" de a 2-3'yê Mijdara 2013'an de "Komîsyona Vegera Xakên Qedîm û Avakirina Demokratîk" damezirandibû.
Sûcê herî giran ê şer
Endama Meclîsa Partiyê ya BDP'ê û endama Komîsyona Vegera Xakên Qedîm û Avakirina Demokratîk Şehbal Şenyurt, diyar kir ku koçberkirina bi darê zorê li xakan yek ji encamên herî girîng a şer e û wek komîsyon têkildarî mijarê di çarçoveya 3 merheleyên cuda de wê tevbigerin. Şenyurt wiha axivî: "Yek ji wan wê heyeta ku parlamenterên AKP'ê jî têde cih bigirin, ji bo guhertina qanûna 5233 wê xebat bên pêşxistin.
A duyemîn ku rêveberiyên xwecihî ne, wê pirsgirên jêresazî û joresazî yên gundên veger lê çêbibin çareser bike. Wê ya sêyemîn jî gel be.
Ji nû de bên ava kirin
Şenyurt diyar kir ku li vir a girîng gel e û dê gel serî li
kadimtopraklaradonus@gmail.com û rêveberiyên xwecihî bidin û wiha got, "Li ser esasê serlêdanên gel wê komîsyon bên avakirin. Ev komîsyon wê civînan çêbikin û der barê vegera gundan de wê nîqaş bên kirin. Li ser vî esasî jî ji bo her gundekî wê grafîkek bê derxistin. Bi pirsên, çend gund dixwazin vegerin û pêdiviyên wan çi ne? wê xebat meşandin. Wê gelê me bi piştgiriya rêveberiyên xwecihî bivir û bêrên xwe rakin û biçin gundên xwe ji nû ve ava bikin." Wê der barê hilberînê de proje bên pêşxistin û kooperatîf werin avakirin Şenyurt anî ziman ku bi taybet bi koopertaîfan wê gav bên avêtin û pêwîst e ji bo çandinî û sewalvanî bê pêşxistin çûna çêrgehan ji welatiyan re bên vekirin.
DÎHA/AMED