‘Jin berhemên xwe pêşkêşî bazarê dikin'
Piştî erdehejê atolye bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin û sazî û dezgehên cuda ev 3 sal in di malên prefabrîk de xebatên xwe dimeşînin û ji ber nebûna derfeta li qadên cuda hilberîn pêk nayê. Ji avakarên atolyeyê Enver Kahramanoglu ji ber ku berhemên xwe nikarin li bazarê bifiroşin bi qazinc e. Ew dibîje, ji ber ku li herêmê bazara xwe ava nekirine, nikarin bi berhemên ji Îran, Efxanistan û Çînê tê reqabetê bikin. Kahramanoglu, anî ziman ku hemû derdê wan hilberîn nîne, armanca wan ew e ku jinên di dema şer de trawmatîk bûn tevlî jiyana civakî bikin û wiha got: "hinî ji destê me tê em jinên temenê wan biçûk bi vê yêkê ber bi çanda hilberînê ve beralî dikin."
Hunerên destan ên bi rêbaza kooperatîfê li herêmê belav dibe ji jinan re hem derfetên kar û hem jî derfetên xwendinê diafirîne û wan tevlî hilberînê dike. Endamê Lijneya Rêveberiya Mavîkent A.Ş. Cuma Koyluoglu got, ji bo jinên herêmê azadiya xwe ya aborî bi dest bixin hêmana piştevanî û rê vekirinê ne. Koyluoglu îşaret bi wê yekê kir ku jinan ew fersend afirand ku berhemên xwe bi destê xwe pêşkêşî bazarê bikin. Koyluoglu, da zanîn ku armanca wan ew e ku jinên di şerê 35 salan de zirar li wan bûyî, baş bikin, wan tevlî pêvaoya hilberandinê bikin û ew weke Mavîkent A.Ş. li riyên vê yêkê digerin.
DIHA/WAN