Gengeşiya ji hev girtin, dizîna mijarên çîrok, helbest û romanan ne nû ye û li gelek welatan, bi formên cuda pêkhatiye. Ta berê mîladê jî ev awa dizî hebû, lema wê demê li Romayê peyva „Plagiat“ hatiye bikaranîn, dû re ji bo mafê berhemê parastinê li ser vê bingehî hin zagon hatine danîn. Ji vê re li welêt „mafe telîfê“, alman jî „Urheberrecht“ dibêjin. Lê zagonên bikane heman raman û fikrê di mejî û bîran de pêk tê biparêze, tune. Di rûpela Autorenform.de (foruma nivîskaran) li ser vê nirxandineke wiha heye:
“Ewlehiya bi aliyê kesên din ve fikrîna heman ramanî tune. Heta hûn berhema xwe ya li gor wê fikrandinê hatî nivisandin di qutîka pola de li pişt heft kilîtan jî veşêrin, ew fikra we dikane were min, yan jî here nivîskareke/î din. Hin raman li hewayê ne, dikane here her kesî. Mafê telîfê yê parastina fikran tune.“
Ji ber vê egerê jî mijarên gelek berheman li ser heman bingehî xuya dikin. Lê kesên di warên fikirandin û afirandinê de ne xwediyê heredariyê ne û hewl didin bi diziyê bibin tiştekî jî, gelek in. Mînak; di mijara Doktorayê de dizîn, poşandin, belovajîkirin, manîpulasyon li her welatî wek lehîya tavîya havînê ye.
Kurdistan, civak û tekoşîna Kurdistanê ji bo nivîsandinê wek okyanûsan bê ser û bin e, bi deh hezaran mijarên roman û çîrokan lê hene. Bes mirov hay ji tiştên hatine nivîsandin, weşandin û tiştên hê di nava xozana bor de veşartî bizane û hilbijêre.
Eger naveroka du berheman wekî hev bin, herikina çalakî û pêpilikên berhemê tipatip bişibin hev, mirov bixwaze nexwaze guman derdikeve pêş. Di vî warî de berê mijara çîroka „Meha sêzdehan“ ya Helîm Yusiv û ya romana bi navê „Ezê yekî bikujim“ a F. Cewerî bûbû mijara gengeşiya serêşê û kesên din jî tevê vê nîqaşê bûbûn. Niha jî di medya digîtal de romana Cihan Roj a bi navê „Perde“ û „Gerîneka Guercinayê“ ya Yildiz Çakar bûne mijara gengeşiyê.
Çima ev pêk tê û kes pêşî li vê nagire? Çawa Autorenform jî nivisiye heman mijar dikane di gelek mejî û bîran de pêk were. Bêguman qopîkirin û dizîn jî hunereke mirovî ye. Tenê xwendin, di navendekê de civandina kurte naverok û navên berhemên hatine tomarkirin, lektorîyeke xwedan erkê xwe û hin zagonên mafê telîfê parastinê dikane pêşî lêbigire. Mirov dikane vê mijara tevlihev bi kurtî wiha binijinîne:
a) Bê ku haya du kesan ji hev hebe, di bîra mirovan de pêkhatina heman fikran, pêkan e. Ev mînaka Omer Dilsoz ya di facebookê de hatiye weşandin vê mijarê zelal dike.
„.. Navê romana min a ewil “Hêviyên Birîndar e” piştî salan ez pê hesiyam ku bi vî navî li Rojavayê Kurdistanê dîwanek helbestan derçûye... A sêyan jî, Berbiska Zer, romanek e li ser “gorên komî”, ev romana min di sala 2012yan de derçûye, îsal di Pêşbirka Şanoyê ya Batmanê de rêzdar Erol Balci, bi berhemekê yekemîn hat hilbijartin; gava ku şanoya wî dinerî dibêjî qey Berbiska Zer e, naverok pir dişibe hev. Lê ez baş dizanim ku piştî Erol Balcı ev berhema xwe nivîsand paşî hayê wî ji Berbiska Zer çêbû û ew xwend. ...“
b) Lektorî di nava weşangeriya kurd de hê bi pêş neketiye. Redekteya berhemê jî her wisa. Yên di weşanxaneyan de van erkên bi berpirsiyarî werdigirin jî, yan haya xwe ji berhemên din tune, yan jî li berjewendiyên weşanxaneya xwe dinêrin. Heke li gor etîka lektoriyê tevbigerin, dikanin pêşî li kopî û şaşiyan bigirin. Mînak min romana camêrekî redekte dikir, tê de navê stranbêjeke jin wek stranbêj û di nava têkiliyên zevengê de derbas dibû, ew stranbêj çûbû ser dilovaniya xwe û li ber dilê merivên xwe gelek ezîz e. Min niviskar şiyar kir, wî ew neguherî, ev pirsgirêka wî ye.
Romana Cihan Roj a bi navê „Perde“ û „Gerîneka Guercinayê“ ya Yildiz Çakar bi aliyê heman lektor û weşanxaneyê ve hatine redektekirin û tomarkirin. Eger lektor ev heman raman yan jî naverok nayne bîra nivîskaran, ji wan re nabêje, wê çaxê tewanbar lektor e. Divê hemû weşanxaneyên kurd li hev bicivin û ji bo ku pêşî li serêşên wiha bigirin, berê navendeke agahiyan û bi wê re girêdayî hin biryarên parastina naverok û telîfê bistînin.
c) Divê nivîskar bixwîne, berhemên tên tomarkirin bişopîne. Dema bixweze di heman warî de binivîse, divê bikane di çarçoveyeke din de li mijarê binêre. Mînak: Gorbihuşt Mehmet Uzun bi navê „Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê“ romanek nivîsiye. Dema ez bixwezim romanekê li ser beşeke jiyana Evdalê Zeynikê binivîsim, divê ez berê vê romanê bixwînim, ne vê mijara di mijareyeke din de, yan jî di mercekeke din de li ser Evdalê Zeynikê romanekê binivîsim.
d) Hin kes jî hene di warê nivîsandinê de bê heredarî ne, ji hin der û doran diçelpînin. Ev ne tenê li ba me, min çawa di mijara dîplom çêkirinê de jî gotibû; ev li her cihê heye. Divê bi awayekî pêşî lê were girtin.