Li Ingilistanê, aşê avê yê bi navê Strunminster Newton Mill piştî bi 50 salan ji nû ve geriya. Ev aşê hanê ji ber ku bi krîza koronayê re daxwaza kirrîna ard zêde bû, ji nû ve şixulî. Ev aşê hanê ji mêj e ku tenê ji bo tûrîstan balkêş e, lê krîza koronayê kir ku welatî li Ingilîstanê daxwaza kirrîna ard bikin û ji bo bersivdayîna vê daxwaza ard jî, aşên weke vî yên dîrokî jî xebitîn. Li gorî agahiyên berdest, aşên avê yên pêşî li Bîzansê di sedsala 3’yan beriya mîladê de hatine çêkirin. Herçî ev aş e, teqrîben sala 1016’an hatiye çêkirin û ew yek ji 6 hezar aşên li Brîtanyayê bûye ku di kitêba qiraltiya piştî bi 70 salan (sala 1086’an) de hatiye qeydkirin. LONDON