Xebat û berhemên Navenda Çanda Dicle û Firatê li salona Şanoya Bajar a Bajarê Mezin a Amedê hatin pêşandan. Koroya zarokan a di bin baneya Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê de xebatê dimeşîne piştî xebata 6 mehan derket ser dikê û rastî eleqeyek gelek mezin hat. Koroya Zarokan ku zimêr û qerînên Kurdî stran bi enstrumanên cuda pişti xebata 6 mehan derketin ser dikê. Koma zarokan piştî 2 ceribînan derketin ser dikê û li gel Hunermend Farqîn, derketin ser dikê. Koma zarokan ku bi 18 kesan 6 meh berê dest pêkirin, piştî 6 mehan bi 90 kesan derketin ser dikê. Farqîn, diyar kir ku armanca wan li dijî polîtikayên asimilasyonê zarokan bi ziman, nasname û çanda wan bide nasîn. Farqîn da zanîn ku ew zarokan di qada şano, folklor û muzikê de perwerde dikin û wiha got: "Li şûna em zarokên xwe bişînin kolanan em bişînin saziyên xwe û bila çand û nasnameya xwe nas bikin. Em li zarok û pêşeroja xwe xwedî derkevin." Piştî axattina Farqîn zarok derketin ser dikê. Pişt re Kurdİ-DER'ê pirtûkên "Em zarokê rojê ne" diyarî zarokan kirin. Bername bi koma folklorê ya zarokan bi dawî bû.
DÎHA/AMED