Derhêner Tewîq Emanî der barê her du mîhrîcanan de û kurtefîlma xwe de agahî dan û wiha axivî: “Kurtefîlma min a bi navê ‘Koşka Mîroyan’ di Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Portoyê de kul i Portekîzê hat lidarxistind e Xelata Senaryoya Herî Baş wergirt. Di Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Strawberry Cambrîdga Îngilsitanê de jî Xelata Berheman Herî Baş wergirt.”
Mijara fîlm Enfalê
Kurtefîlma navborî bi piştevaniya Rêvebereya Rewşenbîriya Germiyan û Mala Sînemayê ya başûrê Kurdistanê hatiye amadekirin. Naveora fîlmê jî wiha ye: Behsa jiyanek malbatekê ji sê kesan dike ku li yek ji biyabanên Îraqê de li koşkek biçûk jiyana xwe diqedînin lê rojekê nişkêve tiştekî seyir rûdide û jiyana wan tê guhertin. Tişta seyr destpêka komkujiya bi navê Enfalê ye ku di encamê de zêdetirî 100 hezar Kurd ji aliyê rejîma Basa Iraqê ve hatin qetilkirin.
LONDON