Kovara derûnînasiyê: Psychology Kurdî

Haberleri —

Kovara Derûnnasiyê ya bi navê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya pêşî ji weşanên J&J derket. Kovar ji 72 rûpelan pêk tê û ji bo mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê hatiye weşandin. Di kovarê de nivîsên bi şêwezarên Kurmancî û Kirmanckî hene. Di hejmara pêşî de mijarên zarok, şer û trawmayê cihê xwe digrin. Di kovarê de derûnnas û akademîsyenan li ser psîkolojiyê nivîsandiye.


Trawma, nexweşiya stresê

Di nivîsa edîtoryaya kovarê de tê gotin; "Qonaxa ku em tê re derbas dibin, mixabin qonaxake şer e. Di vê qonaxê de her roj gelek bûyerên nebaş diqewimin. Bi hezaran mirov ji ber van bûyeran an dimirin an jî birîndar û koçber dibin. Ji ber vê yekê tendirustiya derûniya mirovan dikeve xetereyê. Bi taybetî di van qonaxên wisa de herî zêde zarok dikevin bin bandorên xetereya şer. Di vê rewşe de gelek pirsgirêkên derûnî rû didin: Trawma, stres, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê û hwd. Ji ber vê sedemê me xwest ku bi taybetî mijara hejmara yekem derheqê trawmayê û bandora wê ya li ser derûniya zarok û ciwanan be. Bi vî awayî me xwest ku van nexweşiyên trawmayê û rêyên çareseriyê bidin nasîn."

Rêveberên Kovarê diyar kirin ku ji her çar mehan carekê wê kovar hejmarên xwe nû bike. Çi kesên ku bixwazin kovarê dewlemendtir bikin dikarin li ser e-maila kovarê, nivîsên xwe bişînin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.