Kovara Roperîn a ku ji aliyê girtiyên jin ên siyasî a Girtîgeha Şakranê ve tê amede kirin bi hêjmara xwe ya 11. derket. Kovara ku bi keda destê jinan tê amedekirin, li ser berga kovarê wêneyê sembola berxwedana jinan Arîn Mîrkan cih digre û naveroka kovarê bi helbest, meqale, karîkatur û resîm hat amedekirin. Jinên girtî yên ku têkildarê rojevê nivîs dinivîsin, di vê hêjmarê de êrişên li dijî Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Silopiya û Geverê nirxandin. Edîtora kovarê di nivîsa pêşîn de diyar kir ku ew vê hêjmarê diyarî wan gelan dikin ku li qadên berxwedan û xwerêveberiyê têdikoşin û wiha nivisî: “Dem û sal bi rûyê xwe yê herî hovane dubare dike. Bêguman li Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî heye.”


‘Dil û rûhê me ji bo gelê me yê berxwedêr e‘

Edîtora kovarê destnîşan kir ku gelê Kurd bi berxwedana xwe li hemberî şer, dîrok nivîsiye û weha dewam kir, “Li kolan û taxan ji mirov dîwar tên hûnandin û mafê gel tê binpêkirin. Ligel her êrişê gelê Kurd wê bi berxwedana xwe bi ser keve. Di warê fîzîkî de em ji wan kolan û taxan dûr in, lê di warê rûhî de em her dem ligel gelê xwe yê berxwedêr in. Xwendekarên bi rûmet bi hêjmara kovara xwe ya 11. me xwest em hest û ramanên xwe bi we re parve bikin.” 


 JINHA/ÎZMÎR