
Ciwanan, diyar kirin ku ji bo çanda xwendinê pêş bixin û welatî bêyî pere karibin pirtûkan bixwînin ev pirtûkxane vekirine.
Endamekî komê hate girtin
Roja ku kovar hate çapkirin ji endamên komînê Mirza Kurt di 15’ê îlonê de hate binçavkirin û pişt re hate girtin. Kurt şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Endamên komê anîn ziman ku ew dê heta dawî çapkirina kovarê berdawam bikin.
Endamê komînê Mehmet Şaman, anî ziman ku roja kovara wan hate çapkirin û hevalê wan Mîrza Ronî ji doza ‘KCK’ê hate girtin. Şaman, da zanîn ku herêma botanê bêtir li zimanê zikmakî xwedî derdikeve û ji ber vê yekê wan cih daye weşana kurdî û wiha axivî: „Me dixwest em cih bidin hemû berhem û çanda Kurdistanê. Lê ji bo ku em cih bidin hemû çand, dîrok û nirxên Kurdistanê lêkolînek fireh û kadroyeke mezin dixawze. Ji ber ku di destpêkê de hêjmara ke kêm bû û em xwe negîhand kesên bi kurdî dinivîse, me tenê bi berhemên herêma Botanê bi sînor hişt.“
Şaman, derbirî ku hemû hevalên wan ên di kovare de dinivîsin hemû ji herêma Botanê ne û ji ber vê yekê di lêkolîn û nivîsandinê de zahmeti nekişadin.
‘Em dê cih bidin aliyên Botanê yên veşarî’
Nivîskarê kovarê Mesut Candoruk jî anî ziman ku ew bi Kovara Hawara Botanê armanc dikin ku xwe bigîhin nirxên herêma Botanê ku nehatine dîtin û aliyê nedîtî derxin ronaniyê. Candoruk, bilêv kir ku wan navê komavarê ji kevneşopiya kovara Celaled Ali Bedirxanê Cizîrî Hawarê girtiye û wiha got: „Piştî Bedirxan di sala 1980’an de Ferhat Kurtay di Zindana Amedê de cara 2’emin hate çapkirin. Niha jî em dixwazin vê kevneşopiyê berdewam bikin. Naveroka kovarê pir têr û tije ye. Kovar bi kurdî ye. Me di kovarê de cih da dîrok, çand û kevpeşopiya Şirnex, Colemêr, Mêrdîn, Sêrt û Cizîrê. Bi taybetî me xwest aliyê tarî ronî bikin. Me xwest çîrok, dîrok, wêje, çand û huera wê vekolin.“
Nivîskarê kovarê Abdurrahman Aşkin jî anî ziman ku wekî neviyên Melayê Cizîrî û Bedirxanan ji bo li dijî polîtîkayên bişaftinê têbikoşin û ziman, çand û dîrokê biparêzin ev kovar çap kirine û dê xebata wê berdewan bikin. Aşkin, da zanîn ku polîtîkayên bişaftinê zêde dibin û ji bo ciwanên kurt teşwîkî nivîsandina kurdî bikin dest bi xebatek wisa kirine. Aşkin, bilêv kir ku wan xwest layiqî Malayê Cizîrî û Alî Celaled Bedirxan bin. Nivîskarê Kovara Hawara Botanê Hasan Kaplan jî destnîşan kir ku wan 7 hevalan ni dava xwe de pereyên komînê kom kirin û bi pereyên komîne ev kovar çap kirin.
Ji bo xwendina pirtûkan pirtûkxane vekirin
Endamê Komînê Mahmut Duru jî anî ziman ku ji bo li navçeyê çanda xwendin û lêkolînê pêş bixin li gel çapkirina kovarê Kafeya Pirtûkan vekiriye û her kesên ku bixwazin pirtûna bixwînin û lêkolîn bikin dikarin bêyî pere pirtûkan bixwînin û lêkolîn bikin. Duru, da zanîn ku ew ji 7 salî heta 70 salî her kesî pêşwazî dikin û dixwazin bên li vir pirtûkan bixwînin.
MEHMET AFŞAR - DÎHA-ŞIRNEX