Midûriyeta Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Geverê ji bi zarokan bi Kurdî kovara Lîstikên Zarokan amade kir û li Parqa Avaşîn bi merasîmekê li zarokan belav kirin. Şaredarê Geverê Ercan Bora piştî hinek kovar belavkirin têkildarî kovarê de bi gel re sohbet kir. Kovarên mayîn jî dê rojên pêş de li taxan bên belavkirin. Bora, diyar kir ku xebatên wan yên wisa ji bo zarokan dê berdewam bikin û wiha got: "Em dê pêvajoya pêşiya me jî xebatên wisa ji bo zarokan bikin. Em wekî şaredarî ji bo vê yekê ya dikeve ser milê me em dê bikin. Ez spasiyên xwe ji hemû kesên keda wan derbazî vê xebata me bi slogan Zimanê me rûmeta me ye bûn dikin."
COLEMÊRG