Yek ji van berhemên ku hatiye afirandin Kovara Zîtik e. Ev kovar ji aliyê girtiyên siysî yên li girtîgeha Tîpa F a hejmar 1 a Kiriklara Îzmîrê ve hatiye derxistin e. Girtiyên siyasî wekî ku ji navê kovarê jî diyar dibe bi awayekî qerfî ev berhem çap dikin. Dema ku em dibêjin çap dikin bila şaş neyê fêmkirin, lewre ne di çapxaneyê de bi derfetên xwe bi ked û xêdana xwe, ji wêne, karîkator bigire heta hemû nivîsan ji aliyê hevalan tên nivîsîn û xêzkirin. 

Di Kovara Zîtik de bi zimanê Kurdî û tirkî gelek mijarên qerfî cihê xwe têde digirin. Di heman demê de ji wêneyên berga kovarê bigire gelek wêneyên di nav kovarê de jî ji aliyê hevalên girtîgehê hatine xêzkirin. Dema mirov ev kovarê digire dest û dinirxîne mirov baş dibîne ku bi kêm derfetî hevalên girtî bê çi berhem afirandiye. Niha gelek kovarên ku li derve di nav derfetên zêde de jî tên çapkirin bi naverokeke ew qas xurt dernakeve. Em hêvîdar in ku ev kedkarên Kovara Zîtik di rojên azad de di nav şert û mercên berfireh vê xebata xwe berdewam bikin. 


 AMED