Bi minasebeta derketina hejmara yekemîn, edîtoriya Kovara Heterotopîayê daxuyaniyekê belav kir û ragihand ku armanca wan ya sereke tenê edebiyat e û ew di bin vê dirûşmê de kar dikin. 

Edîtoriya Kovara Heterotopîayê di daxuyaniya xwe de radigihîne ku ew zarokekî/e nûhatî ne ku ev gava ewil mîna her tiştên ewil xwediyê hêviyek û heyecaneke mezin e û ev tişt parve dike: “Ji bo navê kovarê em bi pêşniyara çîroknûs-romannûs H. Kovan Baqî, ji ser têgeha Foucaoult (Foko) derketin rê: Heterotopîa.  Li dijî homojeniya utopîa, heterojeniya (tevlihevî) heterotopia derdikeve pêş.” 


Ne tenê edebiyat e

Di beşekî din de jî edîtoriya kovara nû wiha dibêje: “Bes derdê me edebiyat e. Edebiyateke ji ti şexs, sazî û ramanî re xizmetê nake: tenê edebiyat, edebiyat, edebiyat… Naxwe me got edebiyata me jî bila bişibe têgeha me, bila heterotopîk be”.

Edîtorên Kovara Heterotopîa diyar dikin ku ew ê hewl bidin rêyekê li ber edebiyata kurmancî vekin da ber bi dinyayê here û ev tişt dibêjin: “Ji aliyê şêwazê ve, Kovara Heterotopîa ji sê beşan pêk tê: beşa çîrokan, beşa wergeran û beşa rexneyan. Em van beşan û karên din di nav xwe de hevpar dikin. Em dixwazin ku nivîskar û xwendevan hemû beşdarî kovarê bibin.” 


Naveroka kovarê

Kovara ku herjmara wê ya yekemîn derket di bin sê serenavên giştî de nivîs, helbest, wergeran bi xwendeyan re parve dike. Di bin sernavê Heterotopîaya çîrokan de H.Kovan Baqî, Denîz Şan, Çorê Arda, Ferhadê Mihemed, Ehmed Belek, Evdirehman Elçek, Alan Dojeh, Gulsuma Demîr û Azîz Tekîn bi çîrokên xwe ve, di bin sernavê Heterotopîaya wergeran de wergerên ji Tezer Ozlu, Edgar Allan Poe, Saît Faîk Abasiyanik, Ferît Edgu, Aleksandros Papadîamandîs û di beşa Heterotopîaya rexneyan de jî  H.Kovan Baqî,Ehmed Belek, Şems Qemer, Denîz Şan, Mesut Kaya û Loqman Polat cih digirin.  


 AMED