Kesên ku muzîka Lazî bihîstibin Dîna Kî’ak nas dikin. Laz yek ji gelên li Tirkiyeyê ye û li herêma Deryaya Reş dijî. Ji ber polîtîkayên asîmlasyona çandî û siyasî ya dewleta Tirk, zimanê wan hatiye ber tunebûnê. Kazim Koyuncu xortek ê vî gelî bû. Di 33 saliya xwe de bi nexweşiya pençeşêrê ket û xatirê xwe ji me xwest. Dê di 7’emîn salvegera xwe dê bê bîranîn.
“Zarokê Deryayê” (deryaya reş- Laz) yê ku her tim silavan ji “Zarokên Çiyayan” (Zarokên Kurdan) re silavan dişand, di 25’ê Pûşpera 2005 de jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Kazim Koyuncu û vir ve her sal ji bo bîranîna wî Roja Horon a Cîhanê (horon: yek cûrên govenda Lazan e) tê lidarxistin. Ev proje ji aliyê malpera www.kazimkoyuncu.com ve tê birêvebirin.
STENBOL