Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li bajaroka Silûkê serdana dibistanan kir û soz da ku ew ê pêdiviyên dibistanan bi cih bîne.

Piştî ku li bajaroka Silûkê ya 20 km dikeve rojhilatê bajarê Girê Spî jiyan asayî bû, ji ber 24′ê Cotmehê ve şêniyên bajarokê  vedigerin warên xwe. Li bajarokê dibistan hatin vekirin, zarokên ku ji xwendinê bêpar mabûn, gelek kêfxweş bûn .

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) a bajarê Girê Spî li bajaroka Silûkê 3 dibistan vekirin. Dibistana navîn “Asmai” 53 şagirt, dibistana seretayî “Ebû Bekir El-Sidîq” 200 şagirt lê dixwînin, her wiha mala welatiyekî bajaroka Silûkê jî kirine dibistan da ku zarok lê bixwînin. Hin dibistanên bajarokê  ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatibûn rûxandin.

Rêveberê û Endamên Komîteya KPC-Demokratîk ya Girê Spî serdana dibistanên bajaroka Silûkê kirin. Rewşa dibistanan şopandin û soz dan ku ew ê pêdiviyên wan wekî “sobe, mazot, ava vexwarinê” ji wan re peyda bikin. 


 ANHA / GIRÊ SPÎ